Ebdulkerîm Omer: HSD û Asayîş li herêmên xwe dimînin û dibin beşek ji dewletê

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Rêveberiya Xweser li Şamê Ebdulkerîm Omer hûrgiliyên rêkeftina nû ya ligel hikûmeta Sûriyeyê aşkere kirin. Omer tekez kir, ev rêkeftin ji bo pêşîgirtina li komkujî, koçberî û guhertina demografîk hatiye îmzekirin.

Ebdulkerîm Omer di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, behsa qonaxa nû ya peywendiyên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de kir û diyar kir, tevî her tiştî, gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê yekitiya xwe nîşan dan û bûn garantorê sereke yê vê pêvajoyê.

Ebdulkerîm Omer eşkere kir, ji roja Duşemê (2ê Sibata 2026an) pê ve, pêvajoya yekkirina saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nava dezgehên dewleta Sûriyeyê de bi qonax dest pê dike. Omer diyar kir ku ev yek dê di bin çavdêriya aliyên garantor de pêk bê.

Çarenivîsa HSD û Asayîşê

Derbarê aliyê leşkerî û ewlehî de, Omer ev hûrgilî parve kirin:

- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD): Li herêma Cizîrê, HSD dê bibe fîrqeyeke leşkerî ya ji sê lîwayan û ser bi Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bikeve, lê dê li herêmên Kurdî bimînin. Li Kobanê jî, dê lîwayeke taybet a ser bi fîrqeya Helebê (girêdayî Wezareta Berevaniyê) bê avakirin.

- Asayîş: Hêzên Asayîşê dê di bin sîwana Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê de bên birêxistinkirin û wekî hêza parastina navxwe ya herêmê karê xwe bidomînin.

Biryarnameya 13: Mafên dîrokî yên Kurdan

Omer bal kişand ser "Biryarnameya Serokatiyê ya Hejmar 13" û ew wekî destkeftiyeke giring pênase kir. Li gorî daxuyaniya wî, ev biryarname van xalan mîsoger dike:

- Zimanê Kurdî: Zimanê Kurdî wekî zimanê niştimanî ligel zimanê Erebî hat naskirin.

- Mafê Hemwelatîbûnê: Pirsgirêka Kurdên bênasname (yên ku berê mafê wan hatibû xwarin) bi temamî tê çareserkirin û nasnameya Sûrî li wan tê vegerandin.

- Perwerde: Şam dê bi fermî bawernameyên Rêveberiya Xweser nas bike û zimanê Kurdî di sîstema perwerdeyê de cih bigire.

Spasî bo Serok Barzanî û aliyên navdewletî

Nûnerê Rêveberiya Xweser spasiya hewldanên navdewletî û neteweyî kir ku di aştiyê de xwedî rol bûn. Omer bi taybetî spasiya Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê kir bo piştgiriya wan a berdewam. Herwiha spasiya Amerîka û Fransayê kir ku di pêvajoya danûstandinan de navbeynkarî û garantorî kirine.

"Biratiya gelan mîsogeriya aştiyê ye"

Ebdulkerîm Omer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya Kurd, Ereb û Suryaniyan li herêmê û got: “Vê carê em naxwazin senaryoya sala 1975an (Peymana Cezayîrê) dubare bibe. Me bi piştgiriya eşîrên Ereb û yekrêziya navxwe mîsoger kir ku birêvebirina herêmê dê her di destê niştecîhên herêmê de bimîne. Ev rêkeftin serkeftina mentiqa diyalogê ye.”