Êzidî Cejna Çileyê Zivistanê pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Cejna Çileyê Zivistanê ya Êzdiyan e. Êvara cejnê, Baba Şêx û kesatiyên Êzidî li Perestgeha Lalişê amade dibin û hejmareka merasîmên girêdayî wê cejnê tê lidarxistin û qewl û semayên olî tên pêşkêşkirin.

Her sal, Êzidî çil rojan (ji roja 25ê Berçileyê heta 1ê Sibatê) rojiyan digirin û li roja 2ê Sibatê dibe cejna wan, ku wekî cejna Çileyê Zivistanê tê zanîn.

Êvara Cejna Çileyê Zivistanê; Baba Şêx, rêberên olî û çilegir li Perestgeha Laloşê amade dibin. Li destpêkê, govanda ber Deriyê Kaniyê tê kirin û di eynî demê de çirayên perestgehê tên vêxistin.

Berpirsê Ragihandinê yê Perestgeha Lalişê Luqman Silêman ji Kurdistan24ê re ragihand: Baba Şêx, rêberên olî û çilegir ji bo dema 40 rojên herî sar ên Zivistanê rojiyan digirin.

Di seqayekê sar de û li ber agirê daran, def û şimşal tên lêxistin û qewlên olî tên gotin, ku ev ruhiyeta felsefeya vê olê ne.

Qewal Ilyas ku kesatiyekê ola Êzîdiyan e dibêje ku, Baba Şêx, rêberên olî û çilegir çil rojan di Çileyê Zivistanê de birojî dibin. Ev rojî li 25ê Berçileyê dest pê dikin û heta 1ê Sibatê berdewam dibin, roja duyê ya mehê jî dibe cejn û merasîmên taybetî di hundurê Perestgeha Lalişê de tên lidarxistin.

Qewal Ilyas herwesa got ku, ew merasîm du rojan berdewam dibin û ew yek ji cejnên herî pîroz ên Êzidiyan e.

Cejn û helkeftên ola Êzîdiyan zêdetir bi demsalan û xwezayê ve girêdayî ne, lewma ev rojî jî di 40 rojên herî sar ên Zivistanê de tên girtin, ev jî tê wê wateyê ku ola Êzîdiyan xwedî felsefeyeka kûr e û bi diyardeyên xwezayî ve girêdayî ye.