Mesrûr Barzanî: Kurdan li Sûriyeyê êşeke mezin kişandine, ew hêjayî naskirina fermî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştgiriya xwe ji bo rêkeftina navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê anî ziman û tekez kir ku divê mafên gelê Kurd bi fermî werin naskirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Sibatê li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayê, di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan behsa rêkeftina dawî ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Em hêvîdar in ku ev bibe destpêka rêkeftineke mayîndetir û berdewamtir di navbera her du aliyan de, ku aştî û aramiya mayînde ji bo welat bîne."
Serokwezîr herwiha got: "Giring e di vê rêkeftinê de rêz li mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê were girtin, bi taybetî gelê Kurd ku di van salan de êş û azarên gelekî mezin kişandine. Gelê Kurd hêjayî wê yekê ye ku mafên wî bi fermî werin naskirin û rêz lê were girtin."
Ev daxuyaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de tê ku pêvajoya cîbicîkirina xalên rêkeftina navbera HSD û Şamê li bajarên Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û hêzên ewlehiyê yên hikûmetê derbasî navenda bajaran dibin.
Rêkeftina giştî ya navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê ku vê dawiyê hat ragihandin, gelek xalên giring li xwe digire; ji wan yekkirina saziyên leşkerî û îdarî û çareserkirina mafên medenî û perwerdehiyê yên Kurdên wî welatî. Ev gav ji aliyê Amerîkayê ve hat pêşwazîkirin û Wezareta Derve ya wî welatî ev rêkeftin wekî "bingehek ji bo dawîanîna li qeyranên navçeyê" wesif kir.
Îro sêşemê, 3ê Sibata 2026an, li bajarê Dubayê "Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan" dest bi karên xwe kir. Lûtke di bin diruşma "Avakirina hikûmetên paşerojê" de tê lidarxistin û dê sê rojan bidome. Di vê lûtkeyê de ku hejmareke zêde ya serokên dewletan, serokwezîr û rêberên cîhanê amade ne, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi vexwendineke fermî beşdar dibe.