Serokê Komeleya Elewiyan: Ji bo parastina pêkhateyên Sûriyeyê, federalîzm çareseriya dawî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komeleya Elewiyan a li Amerîkayê Îbrahîm Murhaf ragihand, çareseriya yekane ji bo parastina pêkhateyên olî û neteweyî yên li Sûriyeyê, derbasbûna ber bi sîstema "federalî ya nenavendî" ve ye. Murhaf hişyarî da ku berdewamiya sîstema navendî metirsiya şerên mezhebî û neteweyî zêde dike.
Serokê Komeleya Elewiyan a li Amerîkayê Îbrahîm Murhaf, îro 3ê Sibatê ji Washingtonê ve ji Kurdistan24ê re axivî û rewşa pêkhateyên Sûriyeyê (Kurd, Elewî, Mesîhî) wekî "gelekî xirab" binav kir û destnîşan kir ku rûdanên bixwîn ên mehên dawî nîşana têkçûna dewleta navendî ne.
Murhaf derbarê daxwazên avakirina herêmeke federal li herêmên peravê (Lazqiye, Tertûs û Hums) de diyar kir ku ev daxwaz ji bo parastina civaka Elewî ye û wiha got: "Rejîmê pêkhate neparastin, lê belê ew mîna mertalên mirovî ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn. Îro federalîzm awayê herî guncayî ye ji bo dabeşkirina dadperwerane ya desthilat û serwetê, da ku aliyekî zilmê li aliyekî din neke."
Îbrahîm Murhaf rexne li êrîşên hêzên hikûmetê yên li dijî Kurdan girtin û ev yek wekî "binpêkirina prensîbên pêkvemanê" bi nav kir. Murhaf bal kişand ser wê yekê ku çarenivîsa Kurd, Elewî û kêmneteweyên din yek e û divê ew li dijî dîktatoriyê bi hev re bin.
Serokê Komeleya Elewiyan eşkere kir ku wan li Washingtonê ligel endamên Kongre û Senatorên Amerîkî rêzehevdîtin pêk anîne, da ku piştgiriya navdewletî ji bo "Sûriyeya Federal" peyda bikin.
Murhaf diyar kir, peyama wan a ji bo rêveberiya Amerîkayê zelal e:
"Divê zext li Şamê were kirin da ku mafên îdarî û siyasî yên pêkhateyan nas bike. Di vê mijarê de, ezmûna Herêma Kurdistanê ya Iraqê ji bo me modela herî serkeftî ye ku em dikarin wekî mînak ji bo Sûriyeyê bi kar bînin."
Di dawiya axaftina xwe de, Murhaf bang li civaka navdewletî kir ku çarçoveyeke destûrî li ser Sûriyeyê ferz bikin ku mafên her kesî mîsoger bike. Wî tekez kir jî, federalîzm nayê wateya "parçekirina welat", lê belê "yekîtiyeke dildarî" ye ku rê li ber vegera dîktatorî û tariyê digire.