Victoria Taylor: Nabe ji ber kesekî têkiliyên Amerîka û Iraqê têk biçin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere kir ku, Balyozê niha yê Amerîkayê li Tirkiyeyê dê bibe Nûnera Taybet ê Trump li Iraqê. Victoria Taylor li ser avakirina hikûmetê jî got ku, serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê fêm dikin ku divê ew serokwezîrekî bînin ku ji hêla her du aliyan ve (Amerîka û Îran) bê pejirandin, ji ber ku dîroka Malikî tijî şkestin û rêxweşkirina li ber terorê ye. Li ser Rojavayê Kurdistanê jî got: Trump piştgiriyê dide Ehmed Şera, ji ber vê yekê divê HSD xwe li gorî ketwarê vekişîna hêzên Amerîkayê biguncîne û ji bo tevlîbûna di hikûmetê de lihevhatinekê bike.
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Victoria Taylor îro (Duşem, 2ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: Agirbesta di navbera HSD û Hikûmeta Şamê de ji bo paşerojê pêngaveka pir girîng e, hêvî jî kir ku ew agirbest berdewam be û garantiya ewlehiyê ji bo wê deverê dabîn bike.
Cîgira navbirî herwesa got: Hin nîgeranî li ser rola Amerîkayê li Sûriyeyê hene, xasma jî ku ku li destpêkê nekarî wekî pêdivî zextê li Şamê bike da ku tundûtûjiyan û binpêkirinan li beranberî mafên sivîl rawestîne, lê niha heta radeyekê bizav kiriye ku navbeynkariyê bike û mafên Kurdan li Sûriyeyê biparêze.
Victoria Taylor li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê jî got: Divê HSD itîrafê bi wê yekê bike, ji ber ku divê ew bi xwe berpirsiyariya parastina ewlehiya deverê werbigirin û di hikûmeta Sûriyeyê ya paşerojê de rol û bandor hebe.
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê li ser wan nîgeraniyên ku behsa piştgiriya Amerîkayê ji bo Kurdan jî got: Di nav birêvebiriya Amerîkayê de gelek zext hebû ku leşkerên xwe li Sûriyeyê kêm bike, herwesa Trump gelek piştgiriyê dide Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, lewma ev yek bû sedem ku şiyanên HSDê kêm bibin û ew nîgeranî çê bibin.
Cîgira navbirî eşkere jî kir. Tevî wê yekê jî, di Kongirêsa Amerîkayê de gelek piştgirî ji bo Kurdan heye, da ku mafên wan li Sûriyeyê parastî bin, lê divê hemî alî, xasma jî HSD destan ji hin xalan berdin.
Victoria Taylor di derheqa Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Iraqê ragihand ku, amaje bi wî rengî ne ku Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê li Sûriye û Libnanê Tom Barrack wê berpirsiyariyê werbigire. Herwesa got: Barrack kesekê zîrek e û ezmûneke baş bi Iraqê re heye.
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê amaje jî da: Helwesta Amerîkayê li hember Nûrî Malikî ne ecêb e ji ber ku wî dîrokeka xirab di wê postê de heye. Di kabîneya wî de, rê li ber DAIŞê hat xweşkirin û şerê mezhebî ser hilda.
Cîgira navbirî eşkere jî kir ku, ew ligel çend çavkaniyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de axiviye, ku hemî hevnerîn in ku serokwezîrekî hilbijêrin ku Îran û Amerîka li ser razî bin. Herwesa got: Têkiliyên Amerîka û Iraqê ji wê yekê giringtir in ku ji ber kesekî bên têkdan. Ez difikirim ku eger Malikî bê hilbijartin, hingê dê metirsiyeka gefek mezin li ser Iraqê çê bibe ku çareserkirina wê dê pir dijwar be.