Serok Mesrûr Barzanî bi Cînişînê Dubayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li perawîza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, bi Cînişînê Dubayê Şêx Hemdan bin Mihemed Al Maktûm re civiya. Di hevdîtinê de tekezî li ser xurtkirina peywendiyên duqolî hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 5ê Sibatê ligel Şêx Hemdan bin Mihemed bin Raşid Al Maktûm, Cînişînê Dubaiyê, Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê û Wezîrê Bergiriyê civiya.
Di hevdîtinê de, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) di warên cuda de kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya berdewam a dewleta Îmaratê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.