Serok Barzanî: Yekîtiya me ya neteweyî bila bibe bingeha paşeroja me
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di vekirina 11emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê de gotarek pêşkêş kir. Barzanî bal kişand ser giringiya zanistê, şiyana mirovê Kurd û geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê.
Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya 800 bijîşk û pisporên navxweyî û navdewletî, îro 5ê Sibatê 11-emîn Kongreya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê dest pê kir. Serok Barzanî di merasîma vekirinê de gotarek giring pêşkêşî amadebûyan kir.
‘Hewlêr mala bijîşkên her çar parçeyên Kurdistanê ye’
Serok Barzanî di destpêka axaftina xwe de xêrhatina bijîşkan kir û got: "Ez dixwazim bibêjim ku dil û deriyê Hewlêrê her dem ji bo we bijîşkan û ji bo çalakiyên wiha vekirî ye. Amadebûna hejmareke mezin a bijîşkan ji her çar parçeyên Kurdistanê, cihê hêvî û şanaziyê ye. Guhertina zanyarî û ezmûnan di van kongreyan de, xizmeteke mezin e bo gelê me."
Serok Barzanî herwiha tekezî li ser şiyanên mirovê Kurd kir û destnîşan kir: "Heke derfet ji bo takê Kurd were peydakirin, ew ji ti kesekî din ne kêmtir e. Gelek zanyar û profesorên me yên mezin gihîştine ku em bi wan serbilind in."
‘Tirsa min ew bû ku li Rojava şerê Kurd û Ereb derkeve’
Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî bal kişand ser guhertinên siyasî û leşkerî yên li herêmê û wiha got: "Şert û mercên vê carê li gorî yên sala 2014an cuda bûn. Vê carê pêdivî bi wê yekê hebû ku agirê vî şerî were vemirandin. Şikir ji Xwedê re ku şer nebû şerê Kurd û Ereban; herçend tiştên nexweş qewimîn jî, lê dikaribû karesatên hîn mezintir biqewimin."
Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku Kurd di dirêjahiya dîrokê de tu carî nebûye destpêşxerê tu şerekî: "Şerê Kurdan her dem li dijî zordestan bûye, ne li dijî milet û gelan."
Spasî ji bo gelê Kurdistanê û BCF
Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî spasiya xelkê Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) û hemû rêxistin, kesayet û dezgehên medyayê kir ku di nava çend rojên borî de ji bo komkirina alîkariyan seferber bûn. Barzanî got: "Tişta ku ji destê me hat û ji bo me pêkan bû, me bo Rojavayê Kurdistanê kir û em bi vê helwesta xwe serbilind in."
‘Yekîtiya neteweyî bila bibe bingeh’
Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ew hevgirtina di krîza dawî de hat dîtin, bibe bingehek ji bo paşerojê: "Ez hêvîdar im ev yekîtiya ku me li ser asta neteweyî dît, bibe bingehek ji bo rûbirûbûna hemû rûdanên di paşerojê de. Em ti carî naxwazin li ser şer bifikirin, lê di heman demê de em zilma zordestiyan jî qebûl nakin."
Serok Barzanî di beûeke din a gotara xwe de derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de got: "Me ji roja yekem ve piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kiriye. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bigihîje encameke wisa ku xêra hemû aliyan tê de be."
Derbarê pêkanîna hikûmetê de: "Em hewl didin astengiyên li pêşiya pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bikin. Her wiha, ji bo hevalên xwe yên li Bexdayê jî, tiştê ji destê me were em amade ne bikin, da ku hikûmeta nû were avakirin. Armanca me ew e ku em zû ji vê qeyranê derbikevin, hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Iraqê; lê belê astengî gelek in."
Derbarê rewşa navçeyê de jî Serok Barzanî got: "Rewşa navçeyê aloz bûye; ez hêvî dikim ku welat kêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û şer di navbera tu aliyekî de dernekeve. Çunkî şer ne di berjewendiya tu aliyekî de ye û dê zirarê bide her kesî."