Wezîrê Derve yê Fransayê li Şamê: Rêkeftina HSD û Şamê mafên Kurdan xurttir dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot piştî hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ragihand, Parîs piştgiriya rêkeftina navbera HSD û Şamê dike. Barrot herwiha eşkere kir ku ew ê îro li Hewlêrê ligel Mezlûm Ebdî bicive.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, îro 5ê Sibatê li Şamê ligel hevtayê xwe yê Sûriyeyî Es’ed Şeybanî civiya. Barrot piştî hevdîtinê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ronahî xist ser giringiya rêkeftina dawî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de.
Wezîrê Derve yê Fransayê got: "Rêkeftina di navbera hikûmet û HSDê de, dê mafên bingehîn ên Kurdan xurttir bike." Barrot herwiha tekez kir ku ev rêkeftin dê di şerê li dijî DAIŞê de jî bibe alîkar û hewildanên wan ên navdewletî xurttir bike.
Jean-Noel Barrot eşkere kir jî, gera wî yê dîplomatîk berdewam dike û got: "Ez ê îro li Hewlêrê ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bicivim û em ê hûrgiliyên rêkeftina navbera HSD û Şamê gotûbêj bikin."
Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, şerê li dijî DAIŞê ji bo Parîsê "pêşîniya herî bilind" e. Barrot herwih got:"Em ê her cure piştgiriya pêwîst bidin Sûriyan, da ku hikûmet karibe li ser karên xwe berdewam be. Fransa li gel gelê Sûriyeyê ye, yê ku îro derfeteke mezin bi dest xistiye da ku paşerojeke nû ava bike."
Serdana Jean-Noel Barrot a bo Şamê beşek e ji gera wî ya li Rojhilata Navîn, ku tê de biryar e piştî Sûriyeyê, serdana Iraq û Herêma Kurdistanê jî bike.