Serok Barzanî: Em piştgirî didin rêkeftina HSD û Şamê; nabe nakokî bibe şerê Kurd û Ereban
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot kir. Di hevdîtinê de peywendiyên dîrokî yên her du gelan, rewşa Sûriyeyê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û metirsiya DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Sibatê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot û şandeya pê re kir, ku tê de Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel û Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê Yann Braem amade bûn.
Silavên taybet ên Macron bo Serok Barzanî
Wezîrê Derve yê Fransayê silavên taybet ên Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Serok Barzanî û tekezî li ser dostaniya dualî û piştgiriya Parîsê ya ji bo gelê Kurdistanê kir. Barrot diyar kir ku armanca serdana wî, şêwirîna ligel serkirdeyên navçeyê ye ji bo dîtina çareseriyên guncayî ji bo kêşeyên Rojhilata Navîn.
Belgeyekî biha: Nameya sala 1967an
Wezîrê Fransî di hevdîtinê de, nameyeke orjînal a Mistefa Barzaniyê Nemir pêşkêşî Serok Barzanî kir. Ev nameya ku di sala 1967an de ji bo Serokê wê demê yê Fransayê General de Gaulle hatibû şandin, di arşîva Wezareta Derve ya Fransayê de dihat parastin.
Serok Barzanî spasiya wezîrê Fransî kir û ev name wekî "belgeyekî tije biha" binav kir ku îsbat dike peywendiyên Kurd û Fransayê xwedî kokên kûr û dîrokî ne.
Piştgiriya ji bo rêkeftina HSD û Şamê
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de, Serok Barzanî destnîşan kir ku wî hemû hewildanên xwe bikar anîne, da ku nakokiyên siyasî nebin "şerê neteweyî yê navbera Kurd û Ereban" û rê li ber her hewildaneke qirkirina nijadî ya li dijî Kurdan were girtin.
Serok Barzanî bi zelalî ragihand: "Em piştgiriya rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê dikin." Herwiha hêvî xwest jî, ev rêkeftin bibe bingehek ji bo aramî û çareseriya siyasî di vê qonaxê de.
Pêvajoya aştiyê
Serok Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dubare kir û hêvî xwest ku ev pêvajo bi rêya diyalogê bigihîje encameke xêrê.
Metirsiya DAIŞê
Barzanî di beşeke din a hevdîtinê de, hişyarî da ku metirsiya bihêzbûna DAIŞê hîn jî li herêmê heye û pêwîstî bi hevahengiyeke xurt a navbera aliyan heye ji bo rûbirûbûna terorê.
Fransa: Em li gel Kurdistaneke bihêz in
Wezîrê Derve yê Fransayê tekez kir, welatê wî xwedî "sozeke taybet" e ji bo doza Kurd û piştgiriyê dide ku gelê Kurdistanê bi rêyên aştiyane bigihîje mafên xwe. Herwiha ragihand, Fransa piştgira parastina qewareya Herêma Kurdistanê û berdewamiya Kurdistaneke bihêz e.