Heseke; Qonaxa duyê ya peymana Şam û HSDê tê bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Rewşa Hesekeyê piştî îmzekirina peymana 14 xalî ya di navbera hikûmeta nû ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ber bi tenahiyê ve diçe. Li gorî zanyaran, heta niha du qonaxên wê peymanê hatine bicîhanîn û biryar e ku di mehekê de tevaya rêkaran bên bicîhanîn.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Hesekeyê Ekrem Salih ragihand ku, rewşa wî bajarî normal e û qonaxên yekê û duyê yên peymana di navbera her du aliyan de hatine bicîhanîn. Di qonaxa yekê de, hêz çûne nav Qamişloyê û di qonaxa duyê de jî hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ji nav bajar vekişiyane cihên ku di wê peymanê de jê re hatine destnîşankirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê di derheqa pêgeha leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de amaje da ku, HSD di çarçoveya sê lîwayan de li Kobanî û Hesekeyê bimîne, bi taybetî li Çiyayê Kewkebê, Bingeha Weziriyeyê, Tel Bêter (ku pêştir bingeha hêzên Amerîkayê bû) û Çiyayê Ebdulezîz.
Ji aliyekê din ve, Parêzgarê Hesekeyê yê nû bi rengekê fermî dest bi karê xwe kir. Birêvebirê Ewlekariya Navxweyî Merwan Elî di vê çarçoveyê de got: Biryara destnîşankirina Nûredîn Ehmed wek Parêzgarê Hesekeyê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hatiye derxistin.
Ekrem Salih di derheqa bilindkirina alayan li wî bajarî de jî got: Tenê alaya Sûriyeyê li ser avahiya Parêzgeha Hesekeyê hatiye bilindkirin, lê li meydana li beranberî wê avahiyê alaya Kurdistanê ji aliyê xelkî ve hatiye bilindkirin.