Karwanekê din ê çekdarên DAIŞê ji Sûriye bo Iraqê hat veguhestin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de, ku ji Kurdistan24ê re şandiye, eşkere kir ku, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ji bo roja duyê li pey hev hejmareka çekdarên rêkxistina DAIŞê ji bajarê Hesekeyê yê Sûriyeyê veguhezt nav axa Iraqê.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de got: Pêvajoya veguhestinê bi pênc pasan di bin rêkarên ewlehiyê yên tund de hatiye bicihanîn. Karwanê wan pasan ji aliyê hejmareka timbêlên zirxî yên leşkerî yên hêzên Hevpeymanan ve hatiye parastin û balafirên şer jî ji bo parastina rêya wî karwanî li asmanê deverê difiriyan.

Ev pêngav pareka hevahengiyên di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û Hikûmeta Iraqê de ye, ji bo kontrolkirina çekdarên DAIŞê û parastina ewlehiya deverên sînorî yên di navbera her du welatan de.

Rewangeha navbirî eşkere jî kir ku, duhî (Şemî, 7ê Sibata 2026ê) heft pasên din ku çekdarên DAIŞê hilgirtibûn bi timbêlên zirxî yên Amerîkayî re ji bajarê Qamişloyê ber bi sînorê Iraqê ve bi rê keftibûn.

Hejmara rastîn a çekdarên veguheztî û cihê binecihkirina wan li nav axa Iraqê hîn jî nehatiye eşkerekirin. Ev jî di demekê de ye ku tê çaverêkirin ku, zêdetir hûrgulî li ser çarenivîsa wan û rêkarên ewlehiyê li paşerojê bên eşkerekirin.