SOHR: Li Hesekê êrîşî li xaleke hêzên Asayîşê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hesekê şaneyeke çekdar êrîşî xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) kirin. Piştî êrîşê li herêmê aloziyekî ewlehiyê derket û taxa El-Tala'ê hat dorpêçkirin.

Li gorî agahiyên ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kirine, şaneyeke çekdar li taxa El-Tala'ê ya bajarê Hesekê gule berdan xaleke kontrolê ya hêzên Asayîşê. Piştî êrîşê, hêzên ewlehiyê li taxê dest bi operasyoneke berfireh a lêgerîn û pişkinînê kirin.

Di encama operasyonê de, hêzên Asayîşê kesekî gumanbar binçav kirin. Li gorî çavkaniyan, şaneya çekdar ji bo pêkanîna êrîşê wesayîteke ku dişibe "ambûlansê" bikar aniye, da ku hêzên ewlehiyê bixapînin.

Ji ber êrîşê, hêzên ewlehiyê taxa El-Tala'ê bi temamî dorpêç kirin û ji niştecihên taxê daxwaz kirin ku ji malên xwe dernekevin. Ev yek bû sedema tirs û nîgeraniyê di nav sivîlan de.