Rêveberê Dil-Kurdê: Bersiva herî xurt a li dijî asîmîlasyonê, hilbijartina dersa kurdî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Yekîtiya Dildarên Kurdî (Dil-Kurd) Mihemed Seîd Ozturk ragihand, eleqeya xwendekar û malbatên Kurd bo dersa bijarte ya kurmancî û zazakî bi awayekî berbiçav zêde dibe.

Di çarçoveya hilbijartina dersên bijarte yên kurdî de, Mihemed Seîd Ozturk ji bo Kurdistan24ê behsa xebatên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Ozturk diyar kir ku ew li dibistan, mizgeft û kolanan bi malbatan re dicivin, da ku wan li ser giringiya dersa zimanê dayikê agahdar bikin.

Ozturk aşkere kir, li gorî amarên wan ên herî dawî, hejmara xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartine gihîştiye nêzîkî 60 hezar kesî. Wî destnîşan kir ku li gorî par, zêdebûneke %65 pêk hatiye.

Ozturk mînaka Diyarbekirê da û got: "Sala par li Diyarbekirê 5 hezar xwendekaran dersa kurdî hilbijartibû, lê îsal ev hejmar gihîştiye 8 hezar û 500 kesî."

Rêveberê Dil-Kurdê bal kişand ser astengiyên ku li hinek dibistanan derdikevin û diyar kir ku hinek mamoste yan jî rêvebirên xwedî îdeolojiyên neteweperest, xwendekaran ji dersa kurdî sar dikin.

Ozturk wiha got: "Hinek mamoste bi zanebûn ji zarokan re dibêjin 'Kurdî çi fêdeya wê heye? Li şûna wê dersên dînî (Quran) hilbijêrin'. Her wiha bi tirsandina ku 'kurdî dê bibe sedema krîmînalîzebûnê' yan jî 'hûn nabin bijîşk û parêzer', hewl didin pêşiya zimanê kurdî bigirin. Tevî ku daxwaza rastîn a ji bo dersa kurdî li ser asta 350 hezarî ye, lê tenê 60 hezar jê di sîstemê de tên tomarkirin."

Mihemed Seîd Ozturk destnîşan kir, fêrbûna zimanê dayikê bandoreke pir erênî li ser xwendekaran dike. Li gorî çavdêriyên wî, dema xwendekar bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, motivasyon û serkeftina wan a di dersên din de jî %100 zêde dibe. Ozturk got: "Zarok êdî xwe nas dikin, ji asîmîlasyonê rizgar dibin û serbilind dibin ku bi zimanê xwe diaxivin."

Di dawiya axaftina xwe de, Ozturk bang li hemû malbatên Kurd kir ku bi awayekî wêrek serî li dibistanan bidin û ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijêrin. Herwiha tekez kir jî, parastina ziman tenê bi daxuyaniyan nabe, divê li malê û li dibistanê bi kiryar were mîsogerkirin.