Hişyariya lehiyê bo sê bajarên Bakurêl Kurdistanê hat dan

Navenda Nûçeyan (K24) — Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji ber xeteriya lehiyê û barana zêde, ji bo sê bajarên Bakûrê Kurdistanê "hişyarî" da û bang li welatiyan kir ku li hember karesatên xwezayî haydar bin. Ev hişyarî piştî wê yekê tê ku barana zêde li parêzgeha Gumuşxaneyê jiyan rawestand û zirarên madî yên mezin gihandin avahî û timbêlan.

Ji ber baraneke zêde û gijlokê, di jiyana rojane ya welatiyên parêzgeha Gumuşxaneyê de astengiyên mezin çê bûn. Li navenda wî bajarî, gelek ava baranê li ser cadeyan kom bû û hatin û çûna timbêlan nema. Ji ber vê yekê jî, hejmareke şofêran neçar man ku timbêlên xwe li rexên rêyan rawestînin.

Her ji ber vê pêla baranê, li çiyayên derdorê hiriyana axê û beran rû da. Berên ku hiriyabûn zirar gihand hin yekîneyên xwecihbûnê (xanî û avahiyan) û çend timbêlan jî ji ber lehiyê zirar dîtin.

Hişyarî Ji Bo Sê Bajarên Din

Ji aliyekê din ve jî, Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê raporta xwe ya herî nû belav kir. Di wê raportê de hat ragihandin ku pêleke baranê û birûskan dê çend deverên cuda cuda vebigire.

Li gorî wê raportê, tê pêşbînîkirin ku di çend saetên bê de barana zêde û birûsk bajarên Bakûrê Kurdistanê, bi taybetî Meletî, Mûş û Wanê vebigirin.

Keşnasiya Tirkiyeyê bang li welatiyên wan deveran kir ku hişyarî îhtîmala çêbûna lehî û birûskan bin. Herwiha bal kişand ser wê yekê jî ku keşûhewayekê ewrîn û baranî dê li piraniya deverên Bakûrê Kurdistanê berdewam be.