Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê rewşa siyasî û peywendiyên aborî gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir. Di hevdîtinê de pêşxistina têkiliyên bazirganî û aborî, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û giringiya diyaloga Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina kêşeyên hilpesartî hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîvroya îro pêncşemê 04.06.2026an, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinekê de, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşxistina hevkariya her du aliyan, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de hatin nirxandin. Di vê derbarê de, wan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevahengiyê ji bo parastina aramî û ewlehiyê kir.

Her du aliyan derbarê rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Her wiha diyalog û lihevhatina Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên hilawêstî bi pêwîst zanîn.

Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, geşedanên dawî yên navçeyê û rewşa navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du alî li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan û parastina aramî û ewlehiyê de hevnêrîn bûn.

Di hevdîtinê de birêz Erman Topçu, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê, amade bû.