Endamên Kongressê ji Kurdistan24ê re: Em piştgiriya sînordarkirina desthilatên Trump dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Kongressa Amerîkayê piştgiriyê didin projeyasaya sînordarkirina desthilatên Donald Trump di şerê li dijî Îranê de û tekez dikin ku biryara şer tenê di destê Kongressê de ye.

Pêngavên yasayî yên ji bo kontrolkirina desthilatên Serokê Amerîkayê Donald Trump di warê serbazî de zêde dibin. Hejmarek endamên Kongressê di daxuyaniyên xwe yên ji bo Kurdistan24’ê de destnîşan kirin ku civaka Amerîkayê êdî piştgiriyê nade berdewamiya şer û divê biryarên stratejîk di bin çavdêriya nûnerên gel de bin.

Endamê Kongressa Amerîkayê Thomas Massie got: "Ev proje şîretê li Donald Trump dike ku ji şerê li dijî Îranê vekişe. Xelkê Amerîkayê êdî piştgiriya vî şerî nake. Ji ber şer, nirxê sotemeniyê û gubreyên kîmyewî gelekî bilind bûye û ev şer ti destkeftiyekî giring bi xwe re neaniye."

Ji aliyê xwe ve, endama Kongressman Georgie Weeks diyar kir, Serokê Amerîkayê divê ji bo ragihandina şer serî li Kongreyê bide û got: "Tenê şiyana Kongressê heye ku biryara şer bide."

Lê belê endamê Kongreyê Randy Fine bal kişand ser metirsiya atomî û vekirina rêyên deryayî: "Divê em piştrast bin ku Îran nabe xwedî çekên atomî. Herwiha divê di zûtirîn dem de Tengava Hurmizê ji bo çûnûhatina deryayî ya azad were vekirin."

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîlê û Îranê de di 28’ê Sibata 2026’an de dest pê kir. Di operasyoneke hevbeş a berfireh de, bi sedan armancên serbazî, binesaziyên mûşekî û navendên fermandariyê yên Îranê hatin rûxandin. Di encama van êrîşan de, Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û bi dehan fermandarên pilebilind ên artêşa Îranê hatin kuştin.

Îranê wekî bersiv, bi riya Supayê Pasdaran êrîşên mûşekî û dironî birin ser Îsraîl û bingehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di dema şer de, Îranê Tengava Hurmizê ku %20’ê petrola cîhanê tê re derbas dibe, girt. Amerîkayê jî wekî bersiv dorpêça deryayî danî ser bendergehên Îranê. Ev her du gav bi hev re bûn sedema krîzeke giran a aboriya cîhanî û bihabûna nirxê petrolê li seranserê cîhanê.

Piştî şerekî dijwar ku 40 rojan dom kir, bi navbeynkariya welatê Pakistanê agirbesteke demkî hat ragihandin. Her çend niha li Îslamabada paytextê Pakistanê danûstandinên rasterast berdewam dikin û her du welat rojane peyamên dîplomatîk diguherînin, lê belê heta niha ti rêkeftineke dawî nehatiye îmzekirin.