Elî El-Elaq: Rola sereke ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di guhertina sîstema bankî de hebûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Elaq, di merasîma ragihandina "E-Psule" de, destpêşxeriyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyan de bilind nirxandin û piştgiriya xwe ya tam diyar kir.
Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Elaq îro 10ê Sibatê beşdarî merasîma ragihandina projeya "E-Psule" bû. Elaq di axaftina xwe de bal kişand ser rola sereke ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û got: "Serokwezîr bi xwe bi awayekî kesane û meydanî serperştiya vê guhertinê dike û her roj pêşkeftinan dişopîne. Ev yek dihêle ku em hemû di vî warî de bi Herêma Kurdistanê re di nav hevahengiyeke xurt de bin."
Elaq destnîşan kir jî, projeya E-Psule werçerxaneke stratejîk e ber bi aboriya dîjîtal ve, ku ev yek dê xizmeta hemû Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê bike. Herwiha Elaq got: "Niha her kes gihîştiye wê baweriyê ku peredana bi 'kaş' êdî li gel daxwazên aboriya nûjen nagunce. Avakirina sîstemeke darayî ya bihêz, pêdivî bi binesaziyeke elektronîkî ya parastî û şefaf heye da ku baweriya welatiyan bi sektora bankayê vegere."
Parêzgarê Banka Navendî aşkere kir jî, "E-Psule" amrazeke nû û giring e ku li gel amûrên din ên peredana dîjîtal tê bikaranîn. Wî ev proje wekî "pêngaveke jêhatî" ji bo baştirkirina binesaziya darayî ya welat pênase kir.
Elaq tekez kir, Banka Navendî ya Iraqê roleke sereke di rênîşandana welatiyan de dibîne da ku silametiya bikarhênerên sîstema dîjîtal were parastin.
Di dawiya axaftina xwe de, Elî El-Elaq got, ev proje mînakeke zindî ya hevkariya di navbera sektora taybet û giştî de ye. Herwiha got jî: "Em bi her awayî piştgiriya hemû wan destpêşxeriyên ku li Herêma Kurdistanê tên ragihandin, dikin. Peredana elektronîkî ne tenê bijardeyek e, lê ji bo zêdekirina şefafiyet û şiyana darayî ya welat pêdiviyeke pêwîstiyek e."
Elaq her wiha diyar kir ku ew ligel Herêma Kurdistanê di nav xebateke berdewam de ne, da ku sîstemeke yekgirtî û parastî ya darayî li seranserî Iraqê ava bikin.