Ofîsa Kerkûkê: Pereyên Madeya 140 ji bo propagandaya hilbijartinê li başûrê Iraqê hatin xerckirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî 20 salan ne, bi hezaran welatiyên Kerkûkê ji bo wergirtina mafên xwe yên "Madeya 140" serdana ofîsa Kerkûkê dikin, lê her carê bêhêvî vedigerin. Di vê pêvajoyê de hinek welatiyan di rêya ofîsê de jiyana xwe winda kir, hinek jî pîr bûn lê hîn negihîştine mafê xwe.
Welatiyên Kerkûkê yên ku ji ber siyasetên rêjîma berê hatibûn koçberkirin, niha ji bo qerebûkirina xwe rûbirûyê sîstemeke giran û xemsariya Bexdayê bûne. Piraniya wan gava dest bi rênimayên yasayî kiribûn ciwan bûn, lê îro di dorên dirêj de pîr bûne.
Welatiyekî ku ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir ku ji sala 2006an ve li pey belgeyên xwe ye û got: "Carekê dema ez ji bo wergirtina belgeyekê diçûm Qadir Keremê, ez ketim û dest û lingên min şikandin. Ez niha kêmendam im lê hîn jî encamek nîne."
Welatiyekî din ê bi temen jî anî ziman ku wî heta niha 50 caran serdana ofîsê kiriye û wiha axivî: "Karê me nakin. Ez ji sala 2007an ve li benda qerebûyê me. Her sal tenê navên 100-200 kesan dertê, bi vî rengî heta mirinê jî dor nayê me."
Yek ji gilî û gazincên herî giran ê welatiyan jî cudakarî ye. Welatiyekî Kurd diyar kir ku li ofîsa Madeya 140 kesên bi Erebî an Tirkmenî diaxivin karên wan zûtir tê meşandin û got: "Yên ku diçin hundir û du peyvên Erebî an Tirkmenî dibêjin, karên wan zû diqede. Lê ez tenê bi Kurdî dizanim, ma gunehê min çi ye? Çima ji ber zimanê min karê min asteng dikin?"
Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Madeya 140 Kakereş Sidîq eşkere kir ku Bexda bi qestî astengiyan ji bo ofîsa Kerkûkê derdixe. Sidîq got:
"Bexda dixwaze Kerkûkê bê xwedî bihêle. Hadî Amirî (Serok Komîta Madeya 140) li gorî dilê xwe kar dike. Wî di dema hilbijartinê de soz dabû xelkê başûr û navenda Iraqê ku kar ji bo wan bike. Budçeyek 30 milyar dînarî hatibû, lê wî hemû li ser parêzgehên başûr û navendê dabeş kir û Kerkûk bêpar hişt."
Sidîq her wiha bal kişand ser windakirina dosyayan û got: "Me ji sala 2010an ve dosyayên qonaxên 32 û 33an şandine Bexdayê, lê wan li wir avêtine bin maseyan û kar li ser nekirine. Niha jî Çavdêriya Darayî dibêje ev dosya kevn bûne û divê welatî ji nû ve wan nû bikin."
Amara qerebûkirinê: Cudakarî di navbera Kurd û Ereban de
Li gorî amarên ofîsê, di warê bira qerebûyê de jî cudahiyeke mezin heye:
- Kurd: Heta niha 40 hezar malbatên Kurd qerebûya 10 mîlyon dînarî wergirtine û 9 hezar malbat hîn mane.
- Erebên Hawirde: 18 hezar malbatên Ereb ên ku di dema rêjîma Beisê de hatibûn anîn, qerebûya 20 mîlyon dînarî wergirtine û tenê 5 hezar malbat mane.
Madeya 140 di bingeh de ji bo çareserkirina kêşeya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî di Destûra Iraqê de hatibû cihkirin, lê berpirsên Bexdayê bi salan e vê maddeya destûrî wekî amûreke zextê li dijî xelkê herêmê bikar tînin.