McCaul: Kongressa Amerîkayê pişta xwe nedaye Kurdan
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Amerîkî û endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Michael McCaul ragihand, piştgiriya wan a bo Kurdan berdewam dike.
Michael Thomas McCaul ji Kurdistan24ê re ragihand, Kongressa Amerîkayê pişta xwe nedaye Kurdan. McCaul tekez kir, rêgirtina li vegera DAIŞê di serê karên wan ên herî pêşîn de ye, lewma divê mercên diyarkirî wekî xwe werin cîbicîkirin.
Hişyariya 'Sizayên Sezar'
McCaul hişyarî da aliyên peywendîdar ên Sûriyeyl û diyar kir, eger mercên hatine danîn neyên cih, herêm dê vegere serdema "Sizayên Sezar".
Endamê Kongresê bal kişand ser rêkeftina di navbera Şam û HSDê de û diyar kir, ew dixwazin ev rêkeftin bi ser bikeve. McCaul bi taybetî tekezî li ser giringiya tevlîkirina hêzên Kurdî û pêkhateyên din ên herêmê di nava sîstema nû ya birêvebirinê de kir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Michael McCaul hişyariyeke tund da û got: "Eger ev prose biser nekeve, dê bibe sedema têkçûna tevahiya welat."