Çavkaniyek ji PDKê: Hîn tu lihevkirin li ser posta Serokkomarê Iraqê çê nebûne
Navenda Nûçeyan (K24) - Di demekê de ku hemî alî li benda encamên civîna îro ya PDK û YNKê ne, çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ew gotgotkên ku behsa lihevkirina dawiyê ya bi YNKê re li ser posta Serokkomarê Iraqê red kirin û ragihand: Hîn tu lihevkirin li ser posta Serokkomarê Iraqê çê nebûne.
Çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) ew zanyar red kirin ên ku amajeyê didin lihevkirina dawiyê ya di navbera PDK û YNKê de li ser diyarkirina berbijarê posta Serokkomarê Iraqê.
Şandên asta bilind ên PDK û YNKê îro li Pîrmamê civiyan, da ku li ser namzedê Serokkomariya Iraqê bigihîjin biryara dawiyê. Tevî ku medyayê pêşbîniya ragihandina lihevkirinan dikir, lê wê çavkaniyê PDKê bi eşkereyî ragihand: Heta vê demê tu lihevkirinên fermî li ser posta Serokkomarê Iraqê nehatine îmzekirin û her nûçeyeka li ser vê mijarê hatibe belavkirin nerast e.
Şandeka bilind a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî îro 11ê Sibatê serdana bajarkê Pirmamê yê Hewlêrê kir û bi şandeka bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re li ser posta Serokkomariya Iraqê danûstandin kirin.
Ji aliyekê din ve, Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa amaje da ku, mijara sereke ya civîna Pirmamê dê posta Serokkomariyê be. Eşkere jî kir: Eger PDK û YNK îro bigihîjin lihevkirinekê, biryar e roja pêncşemê, 12ê Sibata 2026ê, Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû rûniştina xwe pêk bîne.