Parlamentoya Ewropayê deng li ser projeyasayekê derbarê Rojavayê Kurdistanê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Ewropayê îro li ser projeyasayekê deng dide ku taybet e bi rewşa Rojavayê Kurdistanê. Di projeyê de, bang li aliyan tê kirin ku tundûtûjiya li dijî sivîlan rawestînin û agirbestê biparêzin.

Biryar e îro 12ê Sibata 2026an, Parlamentoya Ewropayê rûniştineke taybet li ser pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê pêk. Di vê projeyasayê de tekezî li ser parastina jiyana welatiyên sivîl û berdewamiya agirbestê li herêmê tê kirin, da ku rê li ber karesatên mirovî were girtin.

Di beşeke projeyasayê de, rola dîplomatîk a Herêma Kurdistanê, Amerîka û Fransayê bilind tê nirxandin, ku van aliyan zemînekî guncav ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de amade kirine. 

Di rûniştina parlamentoyê de, bal tê kişandin ser astengiyên li pêşiya lihevkirinê jî. Di projeyasayê de tê diyarkirin ku siyaseta "navendgerî" ya hikûmeta Sûriyeyê, bi sîstema otonomî û rêveberiya ku niha li bakurê rojhilatê welat tê meşandin re nagunce. Ev cudahiya di navbera her du dîtinan de, wekî astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyeke mayînde tê dîtin.

Her di vê derbarê de, endama Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr duh ji Kurdistan24ê re diyar kiribû, eger biryar li ser wê projeqanûnê bê dayîn, dê şert ji bo her alîkariyeka ji bo Sûriyeyê bê danîn. Şert jî rêzgirtina li yasayên navneteweyî, mafên kêmaniyan û naskirina mafê çarenivîsînê li Rojavayê Kurdistanê ne.