Mela Bextiyar: PDK bi giranî siyasetê dike

Mela Bextiyar
Mela Bextiyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesatiyekê siyasî yê Kurd dibêje: Serok Barzanî niha mezinê neteweya Kurd e, ez hêvî dikim ku ew bi YNKê re li hev bike û posta Serokkomarê Iraqê bide wê, ji ber ku YNK wê postê werbigire jî tu tiştek ji mijarê nayê guhertin.

Siyasetmedar û kesatiyekê navdar ê Kurd Mela Bextiyar îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) tevlî bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê bû û xwendineka berfireh ji bo rewşa siyasî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de pêşkêş kir.

Mela Bextiyar pesna rola Serok Mesûd Barzanî wekî "lêvegerekê neteweyî" da û jê xwest ku, bi hîkmeta xwe hevrikiya posta Serokkomarê Iraqê bidawî bîne.

Navbirî bi eşkereyî amaje da Serok Mesûd Barzanî û ew wekî "mezinê neteweya Kurd" binav kir. Herwesa amaje da ku, bandora Serok Barzanî ne tenê bi Başûrê Kurdistanê ve sînordar e, belkî di çareserkirina pirsgirêkên parçeyên din ên Kurdistanê de jî rol heye.

Wî siyasetmedar û kesatiyê navdar ê Kurd herwesa got: Ez ji kekê Mesûd dixwazim ku wê pirsgirêkê bi YNKê re çareser bike. Dayîna posta Serokkomar bi YNKê tu tiştekî ji hevkêşeyê neguhere û PDKê biçûk nake; wekî ku çawa di dema borî de çar serokkomar ji YNKê bûn, lê PDK her wekî partiya yekê ya Iraqê ma û bihêztir bû.

Mela Bextiyar di derheqa danûstandinên di navbera YNK û PDKê de jî eşkere kir ku, heta niha tu lihevkirin li ser berbijarê hevpar nînin û nêrîn "pir ji hev dûr in".

Navbirî ron jî kir ku, di civînan de tenê behsa çêkirina komîteya hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin, ne yekalîkirina postan. Haydarî jî da ku, "dem nemaye" û rewşa hestyar a Kurdistan û Iraqê dixwaze ku her du alî zû bigihîjin lihevkirinekê.

Mela Bextiyar di pareka din a gotinên xwe de şîroveyeka akademîk ji bo awayê xebata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir. Wî ragihand: PDK bi giranî siyasetê dike û ev gotina min a berî deh salan e. Vê aramiya di biryardanê de û giraniya siyasî wesa kiriye ku, PDK qezenc bike û bibe partiya yekê ya Iraqê.

Mela Bextiyar nihêniya vekişîna xwe ji pêşbirka serokkomariyê eşkere kir û got ku, "xedreyeka siyasî û qanûnî” lê hatiye kirin. herwesa got: Heke zexta YNKê nebûya û berbijarbûna min hatiba pejirandin, bi piştrastî ve ez dê bibûma serokkomarekê serkeftî û ez dê di gera yekê de bi dengên aliyên Iraqî, xasma jî yên Şîeyan, bi ser ketibam.

Navbirî di derheqa gêşeloka li ser bawernameya wî jîr on kir: Min bawernameya xwe ji zanîngehekê wergirtiye ku heta sala 2013ê îtîraf pê dihat kirin, lê Wezareta Perwerdehiya Bilind a Iraqê niha îtîrafê bi wê nake. Ne ez parsegiyê ji bo bawernameyê dikim û ne jî ez bi bawernameyê dibim Mela Bextiyar lê ev mijar wekî hincetekê hat bikaranîn.

Wekî bîranînek li ser girîngiya vê postê, Mela Bextiyar rola Serok Mam Celal pesnê xwe da û ew wekî "yek ji destkeftiyên herî mezin" bi nav kir ku Iraq ji ber şerê navxweyî rizgar kir, û destnîşan kir ku kesatiya di vê postê de ji postê bi xwe girîngtir e.