Dr. Îbrahîm Xalid: Li Kobanî karesateke mirovî û tenduristî rû dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Bijîşk û çalakvanê warê tenduristiyê Dr. Îbrahîm Xalid, bal kişand ser rewşa xirab a sektora tenturistiyê li Rojavayê Kurdistanê û hişyarî da ku eger alîkarî negihêjin Kobanî, dê karesateke mirovî rû bide.

Dr. Îbrahîm Xalid beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û behsa giringiya "Konfransa Bijîşkî ya Mezopotamyayê" kir ku îsal li Hewlêrê bi beşdariya bijîşkên Kurd ên ji seranserê cîhanê hat lidarxistin. Dr. Îbrahîm diyar kir ku ev platform ji sala 2009an ve wekî pireke zanistî di navbera bijîşkên Kurd de kar dike.

Dr. Îbrahîm destnîşan kir, di vê konfransê de "stêrkên" bijîşkiya Kurd ên mîna Dr. Xazî Zêbarî (yek ji 8 neştergehên herî navdar ên Amerîkayê), Dr. Azad Necar (dahênerê dilê destkird li Swêdê) û Dr. Îlhan Kizilhan (xwediyê xelata bilind a Almanyayê) amade bûn. Herwiha got jî, ev bijîşk dixwazin ezmûnên xwe bixin xizmeta gelê xwe.

Derbarê rewşa tenturistiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de, Dr. Îbrahîm Xalid diyar kir ku rewşa tendirustî ev çend sal in xirap e, lê di dema dawî de xiraptir bûye. Herwiha hişyariyên tund dan û got: "Gelek penaber û birîndarên şer hene û binesaziya tenturistiyê herifiye. Bi taybetî li Kobanî karesatek heye; ne derman, ne xwarin û ne jî kehrebe heye. Xebatên tenturistiyê li wir bi pirsgirêk e."

Dr. Îbrahîm diyar kir ku astengiyên siyasî nahêlin alîkarî wekî pêwîst bigihêjin xelkê. Herwiha aşkere kir ku 54 bijîşkên navdar ên ji Qamişlo, Hesekê û Amûdê, ji ber astengiyên Asayîşê nekarîn beşdarî konfransa li Hewlêrê bibin.

Dr. Îbrahîm wiha berdewam kir: "Mixabin hinek alî li Rojava, propagandayê ji tenturistiya xelkê giringtir dibînin. Sistematîkeke tenturistiyê ya rêkûpêk nîne ku alîkariyên mîna oksîjen û dermanan bi awayekî dadperwer dabeş bike."

Di dawiya axaftina xwe de, Dr. Îbrahîm Xalid bal kişand ser roleke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û dîasporaya Kurd. Herwiha bang kir ku bi rêya kanalên dîplomatîk û mirovî, demildest derman û pêdiviyên sereke derbasî Kobanî û deverên din ên Rojava bibin, berî ku nexweşî û birçîbûn jiyana bi hezaran kesan ji nav bibe.