Serok Barzanî: Êşa hevbeş bingeha peywendiyên Kurdistan û Kuweytê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 12ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Kuweytê yê li Iraqê Hesen Mihemed Zeman kir. Di hevdîtinê de peywendiyên dîrokî, êşa hevbeş a her du gelan a di serdema rêjîma berê de û rewşa siyasî ya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ku Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê Osman Dawid jî amade bû. Balyozê Kuweytê silav û rêzên Mîrê Kuweytê Şêx Meşel El-Ehmed El-Cabir El-Sebah gihandin Serok Barzanî û tekezî li ser peywendiyên biratî yên di navbera gelê Kuweytê û gelê Kurdistanê de kir û pesnê xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê da.

Serok Mesûd Barzanî jî silavên xwe yên taybet ji bo Mîrê Kuweytê û gelê Kuweytê şandin û bal kişand ser "êş û azara hevbeş" a her du gelan a di serdema rêjîma berê ya Iraqê de û tekezî li ser kûrkirina peywendiyên her du aliyan kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya navçeyê û wan astengî û gefên ku li ser aramiya herêmê hene hate kirin. Her wiha ronahî hate xistin ser pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê.