Şandeya DEM Partiyê: Ji bo siberoja demokratîk, lihevkirineke berfireh û qanûnên nû pêwîst in

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re daxuyaniyek belav kirin. Şandeyê ragihand, di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamkirina "Pêvajoya Aştiyê" bi biryardarî hatiye kirin.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), îro 12ê Sibata 2026an, hûrgiliyên hevdîtina xwe ya duh bi Erdogan re bi raya giştî re parve kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mijara sereke ya hevdîtinê rewşa herêmê, bandora wê ya li ser Tirkiyeyê û geşedanên li ser "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" bûne.

Di daxuyaniyê de gotin: "Ji bo avêtina gavên şênber û çêkirina baweriyê, pêdivî heye ku Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM), wezaretên pêwendîdar û saziyên cemaweriyê xebatên xwe zêdetir bikin. Di vê çarçoveyê de, amadekirina rapora 'Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Demokrasî û Biratiyê' bi nêzîkatiyeke berfireh, dê bingeheke qewîn ji bo demokratîkbûn û azadiyê pêşkêş bike."

Şandeya DEM Partiyê diyar kir: "Hate destnîşankirin ku çarçoveya qanûnî ya ku hemû beşên civakê bihewîne û xwe bispêre paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê, divê bêyî derengketinê û bi lihevkirina herî berfireh were amadekirin."

Di dawiya daxuyaniyê de, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar hêviya xwe anîn ziman ku ev hevdîtin di demekê wiha krîtîk de ku li herêmê û cîhanê bûyerên girîng diqewimin, bibe sedema xurtkirina aştiyê. Wan destnîşan kir ku ew bawer dikin ev pêngav dê tevkariyê li jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê û herêmê bike.