Danûstandinên bê yên Îran û Amerîkayê li Cenevê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bajarê Cenevê yê Swîsreyê roja sêşema bê dibe navenda du gerên danûstandinên dîplomatîk ên çarenivîssaz. Mijarên sereke yên li ser maseyê, dosyeya atomî ya Îranê û şerê Ukraynayê ne.

Li gorî ajansa Reutersê ku ji çavkaniyên agahdar girtine, şandeyeke payebilind a Amerîkayê bi serokatiya Steve Witkoff û Jared Kushner, roja sêşemê sibehê li Cenevê bi rayedarên Îranê re dicivin. Ev civîn wekî berdewamiya danûstandinên ku di 6’ê Sibatê de li bin sîwana welatê Omanê dest pê kiribûn, tê dîtin.

Hevdîtina sêalî: Amerîka, Rûsya û Ukrayna

Her heman rojê, biryar e Witkoff û Kushner piştî civîna bi Îranê re, beşdarî danûstandineke sêalî bibin ku nûnerên Rûsya û Ukraynayê jî tê de amade dibin. Ev pêngava rêveberiya nû ya Amerîkayê wekî hewildaneke cidî ya ji bo dîtina "kilîta çareseriyê" ji şerê ku nêzî 4 sal in berdewam dike, tê nirxandin.

Wezîrê Derve yê Îranê, Abbas Araqçî têkildarî pêvajoyê ragihand, gera nû ya danûstandinên bi Amerîkayê re "destpêkeke baş" bû. 

Araqçî beriya van civînan, di 6’ê Sibata 2026’an de li bajarê Mesqetê bi Wezîrê Derve yê Omanê Badr Albusaidi re civiyabû û li ser rewşa herêmî û navdewletî guftûgo kiribûn.