Serok Barzanî û Balyozê Hingaryayê: Divê rê li ber vegera DAIŞê bê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 16ê Sibatê pêşwazî li Balyozê Hingaryayê li Iraqê Osama Îbrahîm Nafa kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Hingaryayê silavên Serokkomar û Serokwezîrê welatê xwe gihandin Serok Barzanî û tekez kir ku Hingarya giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û dixwaze di warên cuda de peywendiyên xwe yên aborî, siyasî û çandî bipêş bixe.

Serok Mesûd Barzanî jî ligel bixêrhatina balyoz, piştgiriya xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hingaryayê nîşan da.

Herwiha di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser gefên terorê û metrsiyên serîhildana nû ya rêxistina DAIŞê û pêwîstiya hevahengiya navdewletî, da ku rê li ber derketina metirsiya terorê li navçeyê were girtin.

Rewş û pêşhatên herî dawî yên li Sûriyeyê û proseya siyasî ya li Iraqê mijarên din ên hevdîtinê bûn.