Şandeya perlemana Brîtanyayê rewşa pêkvejiyanê ya Kurdistanê bilind dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, îro 16ê Sibatê pêşwazî li şandeya "Gropa Perlemanterên Şahnişîna Yekbûyî (APPG) ya taybet bi parastina azadiya olî" kir. Şandeya Brîtanî bi serokatiya perlemanter Jim Shannon bû.

Di civînê de, şandeya mêvan kurteyek derbarê kar û xebatên gropa xwe û armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Şandeyê bi pêzanîneke mezin rewşa pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û neteweyî yên cuda de bilind nirxand. 

Serokwezîr Masrûr Barzanî di hevdîtinê de tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê li ser bihêzkirin û pêşxistina çanda pêkvejiyanê, parastina mafên hemû pêkhateyan û pêşxistina perensîpên azadiya bîr û bawerî, azadiya olî û parastina tebayiya civakî ya di navbera hemû kurdistanîyan de, berdewam be.