Mizgîn Xelîl: Li Kobanê krîza dermanan heye û dorpêç berdewam dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Hevseroka Rêveberiya Xweser Mizgîn Xelîl ragehand, tevî îdîayên hikûmeta Sûriyeyê, bajarê Kobanê di bin dorpêçeke giran de ye û rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe.
Mizgîn Xelîl di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de bal kişand ser rewşa dawî ya bajarê Kobanê û bandora dorpêçê ya li ser jiyana welatiyan. Xelîl destnîşan kir, tevî ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê li Helebê û Şamê dibêjin "dorpêç li ser Kobanê nîne", lê rastiya li ser erdê tiştekî din nîşan dide.
"Nexweşxane û dermanxane vala ne"
Xelîl aşkere kir, sektora tenduristiyê li Kobanê rûbirûyî karesatekê bûye, li nexweşxane û dermanxaneyên bajêr dermanên bingehîn nemane, bi taybetî dermanên nexweşiyên giran û yên xwînê nayên peyda kirin. Ji ber girtina rêyan û dorpêçê, nexweş nikarin ji bo dermankirinê biçin Helebê an Şamê, ev yek jî jiyana nexweşan dixe metrsiyê.
Rola rêxistinên navdewletî
Derbarê alîkariyên mirovî de, Mizgîn Xelîl anî ziman, Xaça Sor a Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî (UN), OCHA û UNICEF hewl didin alîkariyê bigihînin herêmê, lê ev hewildan li hemberî pêdiviyên mezin ên bajêr kêm dimînin. Wê tekez kir jî, heta rê bi awayekî tam neyên vekirin, krîza mirovî çareser nabe.
Peywendiyên bi Şamê re û pirsa xizmetguzariyan
Tewerekî din ê axaftina Xelîl, peywendiyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê yên li ser mijarên teknîkî û xizmetguzariyê bû. Xelîl diyar kir, di encama hevdîtinên li parêzgeha Helebê de, hinek gavên erênî hatine avêtin:
- Kehrebe û Av: Ji bo peydakirina ava vexwarinê ya ji bo bajêr, xeta kehrebeyê ya stasyonên avê hatiye sererastkirin.
- Ewlehî: Ji bo aramî û ewlehiya herêmê, hevahengî di navbera hêzên Asayîşê û hêzên hikûmetê de heye.
Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku rêkeftinên di navbera aliyan de bi awayekî serkeftî bên cîbicîkirin, da ku xelkê Kobanê ji vê rewşa giran rizgar bibe û aramiya herêmî bê mîsogerkirin.