Gera duyê ya danûstandinên Amerîka û Îranê bidawî hat
Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî ya nûçeyan îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) ji zarê berpirsekê Amerîkayî got ku, danûstandinên Amerîka û Îranê li Cinêvê bi dawî hatin.
Gera duyê ya danûstandinên nerasterast ên di navbera her du şandeyên danûstandinan ên Komara Îslamî ya Îranê û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê de piştî nîvroya îro li Balyozxaneya Omanê li Cinêva paytexta Swîsreyê hatin destpêkirin.
Wezîrê Derve yê Omanê Bedir bin Hemed El-Buseîdî di navbera her du şandeyan de navbeynkarî kir. Herwesa Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff serokatiya şandeyên her du welatan kir.
Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî her îro li ser gera duyê ya danûstandinên Tehran û Waşintonê li ser pirsa atomî mêvanê geşta nûçeyan a saet 12:00 ê nîvroya îro ya Kurdistan24ê bû, ku ji aliyê Sovan Ferman ve hat pêşkêşkrin.
Feramerz Esedî herwesa got: Komara Îslamî ya Îranê li ser daxwaza serok û rêberên welatên deverê vegeriyaye ser maseya danûstandinan bi Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê re. Tekez jî kir ku, welatê wî ji bo çareserkirina pirsgirêkan herdem bawerî bi dîplomasî û danûstandinan hebûye.
Li gorî gotina Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê, Tehran bi du şertan razî bûye ku dest bi danûstandinan bike; Yê yekê, divê danûstandin tenê li ser mijara atomî bin. Yê duyê, divê zengînkirina uranyûmê berdewam be.