Serok Barzanî pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pîrozbahî li Dana Ehmed Mecîd kir, ku wekî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê hatiye hilbijartin, herwesa hêvî kir ku serokatiya nû ya Tevgera Goranê xizmeta pêvajoya siyasî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê bike.
Serok Barzanî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) di peyamekê de pîrozbahî li Dana Ehmed Mecîd kir, ku li roja Duşema borî, 16ê Sibata 2026ê, wekî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê hatiye hilbijartin.
Peyama Serok Barzanî:
Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan
Rêzdar Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Dana Ehmed Mecîd
Bi helkefta hilbijartina we yên rêzdar wek Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê û hilbijartina endamên Civata Neteweyî ya tevgera we, ez pîrozbahiyê li we û endamên Civata Neteweyî û hemî endam û alîgirên Tevgera Goranê dikim. Ez hêvî dikim ku hilbijartina serokatiya nû ya Tevgera Goranê xizmeta pêvajoya siyasî û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û yekîtîya di navbera aliyên siyasî de bike.
Ez daxwaza serkeftinê ji we re dikim.
Mesûd Barzanî
17ê Sibata 2026ê