Daxwaz tê kirin dema serîlêdanên dersên kurdî were dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê 20 Sibatê dawî roja serîlêdanên bo dersên Kurdî ye. Serokê HezKurd’ê parêzer Suphî Ozgenê ku ev 20 roj in kampîn bo serîlêdanên dersên Kurdî dike ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku, li gelek dibistanan xwendekar û dêûbavên wan ji dersên Kurdî nehatine agahdarkirin û kêmasî di pêvajoya serîlêdanan de çêbûye. Lewma wî serî li Wezareta Perwerdeyê daye daku dema serîlêdanan were dirêjkirin.

Komeleya Hareketa Zimanê Kurdî Hez-Kurd û Şopa-Kurd, heta 20 Sibatê dawî roja serîlêdanên bo dersên Kurdî meydan û deriyên dibistanan çol nekirin û bi vê standa biçûk a li Meydana Esenyurtê bang li welatiyan kirin ku bila ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêrin.

Serokê Hez-Kurd’ê eşkere kir ku, li gelek dibistanan xwendekar û dêûbavên wan ji dersên Kurdî nehatine agahdarkirin û kêmasî di pêvajoya serîlêdanan de çêbûye û lewma wan serî li Wezareta Perwerdeyê dane daku dema serîlêdanan were dirêjkirin.

Serokê Hez-Kurdê Subhî Ozgen ji Kurdistan24ê re ragihand: "Min daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê kiriye ku dema navnivîsînê heta 2ê Adarê were dirêjkirin, ji ber ku beşeke mezin a dê û bavan ji vê pêvajoyê bêagah bûn. Her wiha, xwendekar li ser formekê nav, pol, dibistan û zimanê dayikê tijî dike û pêşkêşî dibistana xwe dike."

Dengbêjan jî bi hunera xwe reng dan çalakiya HEZKURD’ê û banga serîlêdana dersên Kurdî kirin.

Hunermend Mihemedê Serhedî ji Kurdistan24ê re got: "Wek hunermendekî, ez bang li hemû xwendekaran dikim ku bi zimanê dayika xwe biçin dibistanê û bi Kurdî dersan bixwînin. Her wiha, divê ew li ser daxwazên xwe bi biryar bin û ev yek wê di pêşerojê de ji bo nifşên me gelekî girîng be."

Danê nîvro jî berê wan deriyên dibistanan bû û li wir formên serîlêdana dersên Kurdî bo xwendekar û dêûbavên wan hate belavkirin. Gelek ji wan ne bi riya rêveberiya dibistanê, bi xêra vê çalakiyê ji hebûna dersên Kurdî agahdar bûn.

Welatî jî destnîşan dikin ku agahiya wan ji pêvajoyeke bi vî rengî nebûye, ji ber ku rêveberiyên dibistanan ew agahdar nekirine. Ew dibêjin ku dixwazin zarokên wan bi zimanê Kurdî dersan bixwînin.

Li Tirkiyeyê ji sala 2012ê dersên Kurdî bi awayeke hilbijarî li dibistanên seretayî û navîn tên dayîn. Daxwaza dersên Kurdî sal bi sal zêdetir dibe û par li hemû Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê nêzikê şest hezar xwendekar serî li dersan dabûn.