Wezîrê Navxwe yê Iraqê û Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê civiyan

Faris Îsa û Ebdulemîr Şemerî
Faris Îsa û Ebdulemîr Şemerî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Iraqê bi Serokê Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê re civiya û pê re hin mijarên girîng nîqaş kirin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) bi Serokê Nûnerîtiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa re civiya.

Her du aliyan di wê civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û deverê, rêyên xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera Wezareta Navxwe ya Iraqê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê de û pêşxistina mekanîzmên hevkariyê bi Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê re nirxandin.

Wan herwesa behsa rêyên têkoşîna li dijî tawanên madeyên hişber û bazirganîkirina bi mirovan jî kir, bi rêya zêdekirina hevkariya di navbera dezgehên ewlehiyê yên federal û hevkûfên wan li Herêma Kurdistanê de, û herwesa çareserkirina pirsgirêkên têkildarî nasname û belgenameyên nasnameyan ji bo welatiyên herêmê.

Her du aliyan tekezî li ser piştgirîkirina hêzên parastina sînoran bi rêya hevahengiya di navbera hêzên Zerevaniyê û hêzên sînorî yên federal de, ji bo kontrolkirina sînoran û pêşîgirtina li derbazbûna komên terorîst û qeewareyên dijminan, kir.

Di dawiya wê civînê de, Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku di demeka nêzîk de civînek di navbera Wezîrê Navxwe yê Federal û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê de, ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyên ku rêyê li ber xebata hevpar û xurtkirina çarçoveya alîkariyê di navbera her du aliyan de, bê lidarxistin.