Ayşegul Dogan: Divê zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were naskirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî tekez kir, divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî werin rakirin. Herwiha Dogan daxwaz kir ku kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanekî fermî.
Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir ku helwesta wan a derbarê zimanê kurdî de zelal e û got: "Pêwîst e hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî werin rakirin û dawî li qedexekirina zimanê dayikê were anîn."
Ayşegul Dogan bal kişand ser peywendiya navbera krîzên siyasî û qedexekirina ziman û got: "Qedexekirina zimanê dayikê bi ti awayî ligel maf û azadiyên bingehîn li hev nayê. Heke miletê Kurd û zimanê kurdî nehatibûna qedexekirin, îro rewşa welat ne bi vî rengî aloz dibû. Ji bo aştiyeke civakî, divê zimanê kurdî li Tirkiyeyê bi fermî were naskirin, ji ber ku ev daxwaza bi mîlyonan Kurdan e."
Berdevka DEM Partiyê bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku ji polîtîkayên înkarê dûr bikevin û daxwazên rewa yên gelê Kurd berçav bigirin. Herwiha destnîşan kir ku nasandina fermî ya zimanê kurdî, dê rê li ber demokratîkbûna welat û çareseriya pirsgirêkên dîrokî vebike.
Rêxistina UNESCO'yê roja 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî diyar kiriye. Her sal di vê rojê de li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û rakirina astengên li ser kurdî, meş û civînên cemawerî têne lidarxistin.