Karwanê duyem ê hêzên Amerîkayê ji baregeha Qesrikê vedikişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya plana vekişîna ji Sûriyeyê de, karwanê duyem ê hêzên Amerîkayê ji baregeha Qesrikê ya li Rojavayê Kurdistanê vekişiya. Ev pêvajo hevdem e bi destpêkirina cîbicîkirina rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê, karwanê duyem ê hêzên Amerîkayê ji baregeha "Qesrikê" vekişiya, ev karwanê leşkerî ji dehan wesayîtên zirîpêş û bagerhalên ku kelûpelên teknîkî û leşkerî hildigirin pêk dihat û di nav bajarê Qamişloyê re ber bi sînorê Iraqê ve derbas bû.

Di dema vekişîna karwanê leşkerî de, helîkopterên şer ên Amerîkayê yên cureya "Apache" li asmanê herêmê difiriyan. Ev helîkopter ji bo dabînkirina ewlehiya karwan û çavdêriya rêya ber bi sînorê Iraqê ve, heta derketina ji axa Sûriyeyê ligel hêzên bejayî bûn.

Ji ber ku baregeha Qesrikê wekî yek ji mezintirîn baregehên Amerîkayê yên li herêmê tê dîtin û hejmarek mezin a alavên leşkerî lê hene, tê pêşbînîkirin ku pêvajoya valakirina wê bi qonaxan heta 15 rojan bidome.

Piştî temambûna vê vekişînê, dê hebûna Amerîkayê tenê li baregeha "Xerab El-Cîr" a di navbera Tilkoçer û Rimêlanê de bimîne. Li aliyê din, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, baregeha "Tel Beyder" a nêzî Qesrikê, ya ku berê ji aliyê Amerîkiyan ve hatibû valakirin, dê radestî wan were kirin, da ku bibe navenda lîwayeke wan a leşkerî.

Ev tevgera leşkerî di demekê de tê, rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê ketiye warê cîbicîkirinê. Li gorî rêkeftinê, biryar e beşek ji navçeyan ji aliyê hêzên hikûmetê û hêzên navxweyî ve werin birêvebirin û hêzên HSD’ê jî li hinek deverên din werin bicihkirin.

Vekişîna ji Qesrikê piştî vekişîna ji baregeha "Şedadî" tê. Amerîkayê beriya niha baregeha Şedadî piştî rûxandina beşek ji avahiyên wê, radestî hikûmeta Sûriyeyê kiribû.