Ivan Dovhanych: Vekirina Konsulxaneya Ukraynayê li Hewlêrê di qonaxa dawî de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24ê, Balyozê Ukraynayê li Iraqê Ivan Dovhanych balê dikşîne ser pêşhatên herî dawî yên welatê xwe piştî derbasbûna 4 salan di ser şerê Rûsya û Ukraynayê re. Balyozê Ukraynayê tekez dike, welatê wî tenê 'aşitiyeke rastîn' dixwaze ku li ser bingeha serweriya qanûnê be, ne ku tenê rawestandina demkî ya şer. Herwiha destnîşan dike, pêşxistina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê di nav karên herî pêşîn ên welatê wî de ye."

1. Piştî çar salan ji şer, hêviya Ukraynayê ji bo îro çi ye?

Ukrayna tenê daxwaza aştiyê dike, ne ku tenê agirbest yan rawestandina şer, lê belê aştiyeke rastîn û domdar ku li ser bingeha serweriya qanûnê hatibe avakirin, ne li ser serweriya hêzê. Em hêvî dikin ku cîhan ji wan rastiyan aciz nebe; divê lêpirsîn bi êrîşkar were kirin û mexdûr jî were parastin. Çar salên şer, em neşikandine, wan salan îradeya me polayî kiriye û baweriya me kûrtir bûye ku Ukrayna dê biser bikeve. Çimkî mirov gava ji bo ax û rûmeta xwe têbikoşe, di encamê de biser dikeve.

2. Gelo niha Ukrayna ji bo aştiyê amade ye? Astengiyên sereke li pêşiya aştiyê çi ne?

Ukrayna ji roja yekem ve ji bo aştiyê amade bû, Rûsya şer hilbijart. Îro jî em ji bo aştiyê amade ne. Lê belê aştî îradeya her du aliyan dixwaze. Astengiya sereke eşkere ye: Moskow qet dest ji armanca xwe ya stratejîk bernedaye, ew jî ji nehîştina Ukraynayê wekî dewleteke xwedî serwerî ye. Heya ku Rûsya danûstandinan wekî rawestaneke taktîkî ji bo birêxistinkirina hêzên xwe bi kar bîne, aştiyeke rastîn pêk nayê. Aştî bi qebûlkirina vê rastiyê dest pê dike: Ukrayna heye, Ukrayna serî natewîne û sînor bi zorê nayên diyarkirin.

3. Gelo Ukrayna dê di berdêla aştiyê de, dest ji axa xwe berde?

Ev pirs li derve bi hêsanî tê kirin, lê ji bo wan kesên ku bajarên wan hatine wêrankirin, kesên wan hatine kuştin û malên wan hatine dagirkirin, pir biêş e. Helwesta fermî ya Ukraynayê neguher e: Em ti dagirkeriyê rewa nabînin. Di heman demê de, Serok Zelensky bi zelalî daye xuyakirin ku rêya dîplomasiyê nehatiye girtin, lê her rêkeftinek divê garantîkirina ewlehiya Ukraynayê di nav xwe de bihewîne, daku em pênc salên din neçar nemînin heman berdêlê bidin. Bêyî garantiyên ewlehiyê, rêkeftina herî baş jî tenê ji bo paşxistina şerê bê ye.

4. Piştî çar salên şer, Ukraynayê çi winda kiriye û çi bidest xistiye?

Ziyan bêhejmar in û venagerin. Bi dehhezaran mirov hatin kuştin. Bi mîlyonan mirov koçber bûn. Bajar bûn xerabe, binesaziya welat wêran bûye, zarokatiya nifşekî bi temamî hate dizîn. Ti amar nikarin van ziyanên mezin binirxînin.

Lê li aliyê din, Ukraynayê hinek tişt bidest xistine, divê ev bi zelalî were gotin. Me yek ji artêşên herî bi ezmûn yên cîhanê ava kir. Me yekîtiya neteweyî ya ku bi dehsalan pêk nehatibû, bidest xist. Me pîşesaziya xwe ya parastinê pêş xist. Me tiştek bidest xistiye ku ne tê kirîn û ne jî tê bexşandin, ew jî rêza cîhanê ye ji bo gelekî ku serî natewîne.

5. Waneyên herî girîng ên ku Ukraynayê di vê şerî de girtine, çi ne?

Waneya yekem: Ewlehî bi kesên din nayê spartin. Welatekî ku tenê pişta xwe bi garantiyên kesên din ve girê bide, dê di nav metirsiyê de be. Ya duyem: Divê demokrasî zanibe çawa berevaniyê li xwe bike, bi çekan, bi aqilmendî û bi îradeyê. Ya sêyem: Şerê agahiyan bi qasî şerê mûşekan kujer e. Ya çarê, ku dibe ji hemûyan girîngtir be: Ew kesên ku dizanin ji bo çi şer dikin, qet naşkên. Em ji bo mafê hebûna xwe têdikoşin. Ti palderekî ji vê bi hêztir nîn e.

6. Hûn têkiliyên xwe yên niha yên ligel Herêma Kurdistanê çawa dinirxînin?

Bi rêz û pêzanîneke germ û kûr. Gelê Kurd dizane ku têkoşîna ji bo manê, ji bo nasnameyê û ji bo mafê "xwebûnê" tê çi wateyê. Ew bîranîna hevpar a li ser êş û xweragirtinê, bingeha nêzîkbûna me ya mirovî pêk tîne. Hewlêr ji bo me bûye navendeke bazirganî ya girîng. Kelûpelên Ukraynî li bazara Kurdistanê baş tên naskirin û bi çavekî baş lê tê nêrîn. Em bi pêşxistina hîn zêdetir a van têkiliyan pabend in, di çarçoveya Iraqeke federal û xwedî serwerî de. Ukrayna bêmerc rêzê li yekparçebûna xaka Iraqê digire.

7. Ukrayna dê kengî konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke, sedema derengketina wê çi ye?

Vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê di nav karên me yên pêşîn de ye û berê li ser asta hikûmeta Ukraynayê biryara wê hatiye dayîn. Niha em li benda razîbûna fermî ya Bexdayê ne. Sedema derengketinê jî heta radeyekê ji ber rêkarên asayî û burokratîk e; ev tişt demê dixwazin. Ez hêvî dikim ku bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê re, ev pêvajo hîn bileztir bibe. Ez hêvîdar im ku di nêzîk de ew rûmeta min hebe ku beşdarî merasîma vekirina Konsulxaneya Giştî ya Ukraynayê li Hewlêrê bibim, ez bawer dikim ku em nêzî qonaxa dawî ya vê pêvajoyê dibin.

8. Qebareya bazirganî ya niha ya di navbera Ukrayna û Iraqê de (tevî Herêma Kurdistanê) çi qas e?

Hevahengiya bazirganî û aborî yek ji karên pêşîn ên balyozxaneyê ye, çimkî di vî warî de her du welat xwedî şiyaneke mezin a nehatî bikaranîn in. Mixabin şer bi awayekî cidî rê li ber gihîştina van armancan girtiye. Di sala 2021an de pevguhartina bazirganî ya di navbera Ukrayna û Iraqê de, gihîştibû nêzîkî 700 mîlyon dolarî. Piştî êrîşa berfireh a Rûsyayê ya di sala 2022an de, ew rêje bi awayekî berçav kêm bû û gihîşt 293 mîlyon dolarî.

Lê aboriya Ukraynayê xweragir û bi hêz e. Me xwe ligel şert û mercên şer guncandiye, niha encamên wê diyar dibin. Di sala 2025an de, pevguhartina bazirganî ya her du aliyan gihîşt 392.8 mîlyon dolarî, ku li gorî sala 2024an bi qasî %30 zêde bûye. Ev ji bo welatekî ku di şer de ye, amarekî balkêş e.

Herêma Kurdistanê, wekî hevparê bazirganî yê cihê baweriyê û wekî dergehekî îspatkirî ji bo ku kelûpelên Ukraynî derbasî bazara Iraqê bibin, di vê vejînê de roleke girîng dilîze. Kelûpelên sereke yên ku em hinarde dikin ev in: rûnê gulberojê, berhemên xwarinê, şîrînahî û metal. Em her gav bi pêş ve diçin, em bawer dikin ku rojên hîn çêtir li pêşiya me ne.

9. Niha çi qas welatiyên Ukraynî li Iraq û Herêma Kurdistanê dijîn?

Bi giştî nêzîkî hezar welatiyên Ukraynî li Iraqê niştecî ne. Ji vê hejmarê jî 219 welatî li Herêma Kurdistanê dijîn. Balyozxaneya me bi her kesî re di têkiliyê de ye û amade ye hemû xizmetguzariyên pêwîst pêşkêş bike. Di dema şer de, her welatiyekî Ukraynî yê li derveyî welat di bin çavdêrî û bala me ya taybet de ye.