HSD: Hikûmeta Şamê bi veguhestina malbatên DAIŞê ji Kampa Holê tometbar e

Navenda Nûçeyan (K24) - HSD hikûmeta Şamê bi wê yekê tometbar dike ku, li Kampa Holê serkeftî nebû û bi rengekî dest di veguhestina malbatên DAIŞê de hebû. Tekez jî kir ku, vekişîna hêzên wan ji wê kampê biryareke bineçarî bû ji bo pêşîgirtina li xwînrijandinê û veguherandina kampê ji bo qada şer piştî êrîşên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê li ser wê kampê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) bi tundî bersiva daxuyaniyên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê da, û Şam wekî berpirsyara yekê ya aloziyên Kampa Holê û revîna malbatên çekdarên DAIŞê binav kir.

HSDê di daxuyaniyekê de amaje da ku, vekişîna hêzên wan ji wê kampê biryareka bineçarî bû ji bo parastina canê şêniyên wê û pêşîgirtina li veguherîna wê kampê bo qada şerekî vekirî, ew jî piştî ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşeka rasterast û komkirina leşkerî ber bi wê kampê ve da destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya HSDê, piştî ku komên çekdar ên girêdayî Şamê Kampa Holê kontrol kir, ji bo dema zêdetir ji hefteyekê û bi awayekî eşkere û di bin çavdêrî û razîbûna hêzên Wezareta Berevaniyê û Wezareta Navxwe de, pêvajoya qaçaxçkirin û veguhestina malbatên DAIŞê berdewam bûye.

HSDê tekez kir ku, ev rastî hemî bi deng û wêne li cem wan tomarkirî ne û nabe ku bi daxuyaniyên medyayî yên şaş bên veşartin, herwesa amaje jî da ku Şam dixwaze bi rêya van tometan bala raya giştî ji ser têkçûna ewlehî û îdarî ya di birêvebirina wê kampê de dûr bixe.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez jî kir ku, di dema salên borî de û tevî tevliheviyên dosyeya Hola Kampê û nebûna piştgiriya navneteweyî ya pêdivî, erkê xwe yê mirovî û ewlehî bi baştirîn awa ji bo pêşîgirtina li vejîna şaneyên DAIŞê bi cih aniye.

HSDê vekişîna hêzên xwe tenê wekî encameka rasterast a êrîşên leşkerî yên Şamê binav kir û berpirsyariya her encameka ewlehiyê li wê deverê xist stûyê hikûmeta Sûriyeyê.