Şandeya Danûstandinan a Îranê gihîşt Cinêvê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt Cinêva Swîsreyê, da ku bi hevtayê xwe yê Omanî re bicive û li ser amadekariyên gera sêyê ya danûstandinan nîqaş bikin.

Ajansa France Pressê ji zarê çavkaniyeke haydar eşkere kir ku, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî saet 9:00 bi dema Hewlêrê gihîşt Cinêva Swîsreyê.

Ew dê îşev bi Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Buseîdî re bicive û dê amadekariyên ji bo birêvebirina gera sêyê ya danûstandinan bi Amerîkayê re nîqaş bike.

Biryar e ku, gera sêyê ya danûstandinan di navbera Waşinton û Tehranê de sibe (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) bi navbeynkariya Omanê li Cinêvê bê lidarxistin.

Hemî çav li ser encamên danûstandinan in, ji ber ku Amerîkayê hêzeke zêde li Rojhilata Navîn û nêzîkî Îranê kom kiriye. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî dibêje ku, heke ew bi Tehranê re negihîjin lihevkirinê, rojeke pir xirab li benda Îranê ye.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî li roja Duşema borî jî (Duşem, 16ê Sibata 2026ê) ji bo gereke din a danûstandinan bi Amerîkayê re gihîştibû Cinêvê, herwesa berî civîna bi şandeya Waşintonê re, Iraqçî û Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi re jî civiyabû.