Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê revîna girseyî ya malbatên DAIŞê ji Kampa Holê piştrast kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê bi rengekê fermî piştrast kir ku, hejmareke mezin ji malbat û xizmên çekdarên DAIŞê ji ber nebûna çavdêriyê û vekirina deriyan karîne ji wê kampê birevin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba îro (Çarşem, 25ê Sibata 2026ê) di konfranseke rojnamevanî de piştrast kir ku, meha borî û piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hejmareke mezin ji xizmên gumanbar ên girêdayî rêkxistina DAIŞê ji Kampa Holê reviyane.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand: Dema ku hêzên me gihîştin wî cihî û bi rewşa revîna girseyî hesiyan, ev jî ji ber ku ew kamp piştî vekişînan bi awayekî heremekî hat vekirin.
HSDê li roja Sêşemê, 20ê Çileya 2026ê, daxuyaniyek weşand û rexne li civaka navneteweyî kir ku, li beranberî êrîşa artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng e. Amaje jî da ku, ji ber nebûna xemsariya cidî ya civaka navneteweyî di çareserkirina pirsa DAIŞê de û nebûna berpirsiyariyê, hêzên HSDê neçar man ku ji Kampa Holê vekişin û dubare xwe li bajarên bakurê Sûriyeyê binecih bikin, ku ketine ber xeter û zêdebûna gefan.
Herwesa Rêkxistina ‘Human Rights Watch’ê jî haydarî li ser çarenivîsa ne diyar a nêzîkî heşt hezar û 500 girtiyan da, piştî girtina Kampa Holê û ragihandina nêzîkbûna girtina Kampa Rojê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê.