Wezareta Çandê ya Rûsyayê bawernameyek da endezyarekî Kurd
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Çandê ya Rûsyayê bawernameya parastina şûnwarên çandî da endezyarekî Kurd.
Di fermaneke wezarî de, ku ji hêla Cîgirê Wezîrê Çandê yê Rûsyayê ve hatiye îmzekirin, bawernameya parastina şûnwarên çandî bi nîgarkêş û endezyarê Kurd Nûrîk Mûsayan hat dan.
Nûrîk Mûsayan endezyar û nîgarkêşekê Kurd e, li welatê Ermenistanê hatiye ser dinyayê û niha li Moskoyê dijî. Nûrîk heta niha pênc pêşangehên kitekesî li bajarên cuda cuda yên Rûsyayê vekiriye.
Zêdetir ji 500 berhemên wî hene û ew tevlî gelek pêşbirk û konferansên zanistî, kongre û pêşbirkan bûye, ku tê de xelat û rêza yekê bi dest xistine. Herwesa ew ji bo dema çar salan li pey hev tevlî pêşbirka Mîmariya Dîplomatîk bûye, û her çar salan jî rêza yekê bi dest xistiye û ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve hatiye xelatkirin.
Nûrîk herwesa xwendekarekî jîr e û par bi pileya herî baş zanîngeh temam kir û kursiyeka xwednina masterê ji bo mîmariyê wekî diyarî pêşkêşî wî hat kirin.
Nûrîk amaje jî da ku, ew dixwaze pêşangehên xwe yên taybet li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî veke. Ev endezyarê Kurd plan dike ku karê xwe di warê mîmariyê de li Kurdistanê berdewam bike.