Tirkiye: Li deriyên sînorî yên bi Îranê re rewşek derasayî nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Wezareta Gumrik û Bazirganiya Tirkiyeyê ve hat ragihandin, di çarçoveya pêşhatên dawî de nrixandin hatine kirin û li deriyên sînorî yên li gel Îranê de hemu bergirî hatine standin, bo her egerekê amade ne û niha jî rewşeke derasayî nîne.

Piştî ku şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û îranê de dest pê kir, Wezareta Gumrik û Bazirganiya Tirkiyeyê daxuyaniyek derbarê rewşa deriyên sînorî belav kir. 

Wezaret dibêje li deriyê sînorî yê Girbelek a Agirîyê yê, Deriyê Sînorî yê Wanê yê Kapikoy û li Deriyê Sînorî yê Colemêrgê yê Esendere, yên bi Îranê re, rewşeke derasayî nîne û çûnûhatina barhilgiran a bo bazirganiyê di jêr kontrola rêveberiyên deriyên sînorî de berdewam e. 

Wezaret dide zanîn, çûnûhatina welatiyên Îran û Tirkiyeyê ya rojane hatiye rawestandin, lê Îraniyên aliyê Tirkiyeyê dikarin vegerin Îranê û Tirkiyeyîyên aliyê Îranê jî dikarin vegerin Tirkiyeyê û her wiha bo  welatiyên Ewropî yên dixwazin ji Îranê derbikevin jî, rê tê dayîn û hemû liv û tevgerên sînorî bi hemahengiya di navbera rêveberên Îran û Tirkiyeyê de tên meşandin û çavdêrîkirin.

Wezareta Gumrik û Bazirganiya Tirkiye di daxuyaniyê de amaje dike ku ew amade ne ku bo her rewşeke lezgîn, hem derfetên sînorî berfireh bikin û xebatkarên li deriyên sînorî kar dikin jî zêdetir bikin.