CENTCOMê kuştina serbazê çarê yê Amerîkayê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di nûtirîn daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, hejmara serbazên Amerîkayê yên ku di şerê li dijî Îranê de hatine kuştin gihîşt çar serbazan.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, serbazê çarê yê Amerîkayê saet 7:30 ê sibeha îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) bi dema rojhilata Amerîkayê hat kuştin.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de ron jî kir ku, ew serbaz di dema êrîşên destpêkê yên Îranê de bi giranî birîndar bûbû û ji ber giraniya birîna xwe mir.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di derheqa rewşa meydanî de jî tekez kir ku, operasyonên şer ên mezin û bizavên bersivdayînê berdewam in.
Çavkaniya navbirî îşaret jî da ku, nasnameya kuştiyan dê heta 24 saetan piştî haydarkirina fermî ya malbatên wan parastî be û nayê ragihandin.
Ev jî di demekê de ye ku, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê şevêdî (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ragihandibû ku, sê serbazên Amerîkayî di şerê li dijî Îranê de hatine kuştin.