Wezîrê Şer ê Amerîkayê bo K24ê: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di konfranseke rojnamevanî de bersiva Berpirsê Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Waşintonê da û got: Em dê li kêleka Herêma Kurdistanê bimînin. Herwesa got: Ji bo şiyanên Herêma Kurdistanê, em spasiya wê dikin.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Serokê Erkanên Hevpar ên Artêşa Amerîkayê General Dan Caine îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê) li Pentagonê konfranseke rojnamevanî ya hevpar li ser çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li Îranê li dar xist.
Di wê konferansê de, Berpirsê Nivîsîngeha Kurdistan24ê li Waşintonê Rehîm Reşîdî di derheqa êrîşên Îranê yên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji Wezîrê Şer ê Amerîkayê pirsî, Pete Hegseth di bersivê de got: Em bi Herêma Kurdistanê û hevalbendên xwe li deverê re di têkiliyeke berdewam de ne û em dê li ser hevahengiya bi hevalbendên xwe re berdewam bin.
Ev peyamên piştgiriyê yên Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di demekê de ne ku, ji serê sibeha Şemiyê ve êrîşên hevpar ên asmanî yên artêşa Amerîkayê û artêşa Îsraîlê li ser Îranê bi giranî berdewam in.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilin ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve hatine şikandin.