Avichay Adraee: Me Serokê Hewalgiriya Hizbulahê kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê kuştina Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Hizbulahê li Beyrûtê ragihand. Herwesa Hikûmeta Libnanê jî hemî çalakiyên leşkerî û ewlehiyê yên Hizbulahê qedexe kirin û ji wan xwest ku, tavilê çekên xwe bidin destê dewletê.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee tekez jî kir ku di êrîşekê de, ku şevêdî li Beyrûtê hat kirin, Huseyn Muqelid hat kuştin, ku wekî Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Hizbulahê dixebitî.

Ev jî di demekê de ye ku, Hikûmeta Libnanê hemî çalakiyên serbazî yên Hizbulahê qedexe kirin û daxwaz jê kir ku, çekên xwe bide destê dewletê.

Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam îro (Duşem, 2ê Adara 2026ê), piştî civîna hikûmeta welatê xwe ya li Koçka Serokatiyê, naveroka biryarê ji medyayê re eşkere kir.

Serokwezîrê Libnanê herwesa ragihand ku, divê karên Hizbulahê tenê di çarçoveya siyasî de sînordar bimînin; ji ber ku çalakiyên wê wek "derketina ji qanûnê" tên hejmartin.

Newaf Selam red jî kir ku, hikûmeta welatê wî tu karên leşkerî yan ewlehî yên li ser axa Libnanê qebûl bike, bi taybetî ew karên ku li derveyî dezgehên şerî û fermî yên dewletê tên kirin.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Libnanê daxwaz ji dezgehên ewlehiyê yên welatê xwe kir ku rêkarên tund û pêdivî bi cih bînin, da ku rê li ber her êrîşeke ku ji axa Libnanê ve bê kirin bigirin.

Newaf Selam di derheqa rewşa şer û aloziyan de jî pabendbûna welatê xwe bi ragihandina "rawestandina karên dijminane" û destpêkirina danûstandinan tekez kir.

Biryara Libnanê ya li dijî Hizbulahê tenê çend saetan piştî êrîşa bi dron û mûşekan a wê partiyê li ser Îsraîlê hat dayîn, ku wek tolhildana kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî hatibû destpêkirin.

Paştir Îsraîlê hejmareke êrîşên dijwar kir ser Beyrûtê û bi dehan gundên li başûrê Libnanê, û li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê, di encamê de herî kêm 31 kes hatin kuştin û 149 kesên din jî birîndar bûn.