Pêvajoya guhertina Lîreya Sûrî dest pê kir; metirsiya ziyaneke mezin li ser bazaran heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bazaran, pêvajoya pevguhertina Lîreya Sûrî ya çapa kevin bi çapa nû dest pê kiriye. Ev pêngav li ser bingeha biryara Banka Navendî ya Sûriyeyê hat avêtin û bûye sedema nîgeraniyên mezin di nav bazirganên dirav û welatiyan de.
Bazirganên dirav li Hewlêrê hişyarî didin ku heke Banka Navendî ya Sûriyeyê dema guhertina pereyan dirêj neke, dê ew çapa kevin a ku di destê xelkê de ye, nirxê xwe bi temamî winda bike. Bazirganan ev rewş mîna "Dînara Swîsrî" ya dema rejîma berê ya Iraqê binav kir ku çawa di dema xwe de bihayê wê nema û wekî "kaxezekî bêbuha" lê hat.
Peyamnêra Kurdistan24ê Hevrist Receb li Hewlêrê diyar kir, ev biryar ne tenê ji bo navxweyî Sûriyeyê ye, lê bandoreke rasterast li ser borsayên Herêma Kurdistanê û welatên cîran jî dike. Ji ber ku bireke mezin a Lîreya Sûrî di van bazarên Hewlêrê de tê heye û her guhertinek jî, bandoreke giran li ser liv û tevgera bazirganiyê dike.
Diravguhêr Keyfî Xoşnaw bal kişand ser ziyana darayî ya ku dibe rû bide û got: "Gelek welatiyan berê Lîreya Sûrî bi bihayekî giran kirîbûn (wek mînak; 1 mîlyon lîre bi 300 heta 400 hezar dînarî). Lê belê niha nirxê wê pir ketiye û daketiye derdora 115 hezar dînarî."
Xoşnaw hişyarî da, heke ev kes nikaribin di nava dema diyarkirî de pereyên xwe biguherînin, dê tûşî îflasê û ziyaneke mezin bibin. Ev krîza nû ya diravî, bazarên Kurdistanê xistiye nav rewşeke nediyar û bazirgan daxwaz dikin ku ji bo parastina milkê xelkê, hêsankariyên zêdetir werin kirin.