Ebas Ezîz: Destûr nayê dayîn ku geştiyarên Iraqî biçin Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Gumirka Raperînê ragihand ku, Îran rêyê nade ku geştiyarên Iraqî geştê ji bo wî alîyî bikin.
Birêvebirê Gumirka Raperînê Ebas Ezîz îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Deriyê Kêlê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ne wekî rojên normal e.
Ebas Ezîz herwesa got: Geştiyarên me dikarin ji Îranê vegerin û geştiyarên Îranî jî dikarin ji Herêma Kurdistanê vegerin welatê xwe, lê Îran rêyê nade geştiyarên Iraqî biçin wî alîyî.
Birêvebirê Gumirka Raperînê eşkere jî kir: Barhilgirkên me ji serê sibehê ve li sûka Serdeştê ne, heta niha rê nehatiye dayîn ku ew vegerin.
Li gorî zanyaran, Îranê Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê jî li geştiyarên xwe yên ku dixwazin bên Herêma Kurdistanê girtiye, lê rê bi geştiyarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tê dayîn ku vegerin Îranê.
Herwesa Îran rêyê nade ku geştiyarên Herêma Kurdistanê û Iraqê biçin Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tenê geştiyarên Iraqî dikarin vegerin.