Peyamnêrê K24ê: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistan û Iraqê rawestiyaye
Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê got ku, rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tu peywendî bi Tengava Hurmizê re tune ye, û plana şûngir a Iraqê ji bo hinardekirina petrolê jî bê encam bû.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) got ku, çavkaniyekê ji şîrketa SOMOyê piştrast kir ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îro rawestiyaye.
Dîlan Barzan eşkere jî kir: Ev rawestandin di demekê de ye ku, şîrketên hinardekirina petrolê ji bo ewlehiya canê xwe, karkirina xwe li zeviyên Herêma Kurdistanê ji ber şer û aloziyan rawestandiye, ji ber ku komên girêdayî Miqawemeya Îslamî di sê rojên borî de bi dronan êrîşî çend deverên Herêma Kurdistanê kiriye, lê ew êrîş hemî bi rêya sîstema dijî mûşekan hatine pûçkirin.
Navbirî herwesa got: Petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê tê hinardekirin, herwesa petrola Zeviya Rumêleyê jî li Besrayê hatiye rawestandin. Ev jî zirareke mezin dide aboriya Iraqê, herwesa hemî petrola Iraqê bi rêya Tengava Hurmizê tê hinardekirin, û 90% ya dahata Iraqê bi hinardekirina petrolê ve girêdayî ye.