Mesrûr Barzani: Em ji bo parastina xelkê Kurdistanê hemî bizavan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, ew hemî bizavan ji bo parastina xelkê Kurdistanê û dûrxistina wan ji hemî şer û gêleşokan dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye: Me îro li Hewlêrê Nexweşxaneya Macidiyê ya Taybet a 230 textî vekir, ku bi bihayê 80 milyon dolaran hatiye çêkirin û dê 420 derfetên kar peyda bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: Em di vê demê de tekez dikin ku, em hemî bizavan ji bo parastina xelkê Kurdistanê û dûrxistina wan ji hemî şer û gêleşokan dikin.
ئەمڕۆ لە هەولێر نەخۆشخانەی 230 قەرەوێڵەیی ماجیدی تایبەتمان کردەوە، کە بە تێچووی 80 ملیۆن دۆلار دروستکراوە و 420 هەلی کار دابین دەکات.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) March 3, 2026
لەم کاتەدا دووپاتی دەکەینەوە کە هەموو هەوڵێک دەدەین بۆ پاراستنی خەڵکی کوردستان و دوورخستنەوەیان لە هەموو شەڕ و ئاژاوەیەك.