Amerîka karmendên xwe yên dîplomatîk ji Urdin û Siûdiyê derdixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi gurbûna şer û aloziyên li Rojhilata Navîn re, Amerîka dest bi rêkarên lezgîn kiriye ji bo parastina karmendên xwe yên dîplomatîk û malbatên wan ên li welatên herêmê.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Urdinê îro 4ê Adarê ferman da karmendên xwe yên "ne-pêwîst" û malbatên wan ku bi zûtirîn dem axa Urdin û Erebistana Siûdiyê bicih bihêlin. Ev biryar ji bo parastina jiyana karmendan hatiye girtin.
Ev gava Balyozxaneya Amerîkayê ya li Urdinê, piştî biryareke wiha ya duh a li Kuweyt û Qeterê tê. Wezareta Derve ya Amerîkayê duh jî ferman dabû karmendên xwe yên ne-pêwîst ên li balyozxaneyên Kuweyt û Qeterê ku wan welatan bicih bihêlin û vegerin Amerîkayê.
Çavdêrên siyasî û serbazî di wê baweriyê de ne ku ev gavên Amerîkayê nîşaneke zelal in ku şerê li navçeyê, dibe ku hîn bêtir berfireh bibe. Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de bersivdayînên tundtir û rûbirûbûneke seranserî rû bide.
Her çend bangên navdewletî ji bo aramkirina rewşê berdewam dikin jî, valakirina beşek ji karmendên dîplomatîk nîşan dide ku Washington xwe ji bo hemû senaryoyên herî giran û şerekî dijwartir amade dike.