Li Îranê hejmara birîndaran 6 hezar kes derbas kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Îranê ji ber êrîşên asmanî yên Îsraîlê, bêtirî 6 hezar kes birîndar bûne û di nav wan de bi sedan zarok hene. Artêşa Îsraîlê jî ragihand, wan li binkeyên atomî û navendên Hêza Qudsê xistine.
Serokê Desteya Hewarhatinê ya Îranê îro 5ê Adarî ji ajansa "Tasnim" re ragihand, ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê, rewşeke mirovî ya giran derketiye holê. Li gorî zanyariyan, heta niha 348 zarok û nûciwan li nexweşxaneyan hatine razandin, ku 39 ji wan temenê wan di bin 5 saliyê de ye.
Serokê Desteya Hewarhatinê aşkere kir, hejmara giştî ya birîndarên şer 6 hezar kes derbas kiriye. Hat diyarkirin ku niha 2 hezar û 500 birîndar di bin çavdêriya hûr a bijîşkî (ICU) de ne û rewşa wan giran e.
Li aliyê din, Berdevkê Artêşa Îsraîlê serê sibêya îro ragihand, wan di operasyonên xwe de ziyanên stratejîk gihandine Îranê. Hat diyarkirin ku heta niha nêzîkî 300 sîstemên berevaniya asmanî û platformên avêtina mûşekên balîstîk ên Îranê hatine têkbirin. Tenê li navenda Tehranê, firokeyên şer li zêdetirî 220 armancên cuda dane.
Artêşa Îsraîlê aşkere kir, êrîşên wan ne tenê binkeyên serbazî, lê belê damezraweyên girêdayî bernameya atomî ya Îranê û navendên çêkirina çekên stratejîk jî girtine nav xwe. Herwiha Îsraîlê ragihand, wan bi rêya "îstîxbarata hûr", operasyonên "têkbirina armancdar" li dijî çend serkirdeyên diyar ên rejîma Îranê pêk anîne.
Berdevkê artêşê diyar kir, duh Çarşemê, wan li herêma "Safariyeh" a li rojhilatê Tehranê komelgeke serbazî bombebaran kiriye. Hat got jî, ev der wek navenda birêvebirina operasyonên dijî Îsraîlê û çewsandina welatiyên navxweyî dihat bikaranîn.
Di heman demê de, baregeha "Yekeya Operasyonên Taybet a Hêza Qudsê" jî bû armanca êrîşê. Hat gotin ku ev yeke berpirs e ji dabînkirina budçe û veguhastina çekan bo grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Rojhilata Navîn.
Artêşa Îsraîlê tekez dike, operasyona wan a li dijî Îranê dê heta ji nehîştina hemû gefên li ser ewlehiya Îsraîlê berdewam bike.